Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Erdogan dijminê kurdan ê herî xetere ye 25 Kewçer 2018 Pêncşem

Beriya bi çendekê, Tayyîp Erdogan çû Moldovyayê. Li wir pesnê xweserbûna tirkên Gagavuzê dida. Li wir tirk bi zimanê xwe perwerde dibin, bi nasname û çanda xwe li ser axa xwe dijîn. Bêguman divê wisa be. Lê belê pesindayîna Erdogan rastiya xisleta wî nîşan dide. Xweserbûna tirkên Gagavuz xisleta Erdogan a neyartiya kurdan derxist holê.

Hevserokê HDP´ê Sezaî Temellî jî behsa vê meseleyê kir. Wiha dipirsî, mafên ji bo Gagavuzan heq in, ji bo kurdan çima ne heq in; gava kurd doza vê dikin hûn çima zilma giran li wan dikin. Mafên dayî Gagavuzan, xisleta AKP’a faşîst û qirker dipeyitînin. Eynî Erdoganê li Moldovyayê bû, pesnê mafên tirkên Gagavuzê dida, gava çû Amedê, digot, herçî daxwazên etnîk ji me bike, em ê dermanê wan bidin wan. Digot, tişta ku li rojavayê Tirkiyeyê heye, li rojhilatê wê jî heye. Ew jî tê vê wateyê kesên ku li rojavayê Tirkiyeyê tirk in, wekî tirkan dijîn, dixwînin, perwerde dibin, hûn ê jî eynî welê bin. Gava hûn bibin tirk, tişta li Rojava heye wê li cem we jî hebe. Gava digot, ma tiştên li Rojava hene li cem we jî hene, behsa lodê betonan ên lê kirî, dikir. Lê tişta li Moldovyayê pesnê wê dida, ne avahiyên betonê bûn, xweserî û perwerdehiya bi zimanê dayikê ya tirkan bû. Li wan deveran tirk di warê şert û mercên madî yên jiyanê de paşvemayî ne. Lê Tayyîp Erdogan behsa vê nake. Ji ber ku ya ji miletekî û civakekê re lazim e, ew e ku bi ziman, çand û nasnameya xwe azad bijî.

Lê gava ku kurd dibêjin, ya ji bo me li pêş ne avahiyên betonî ne; zimanê me, nasnameya me ye, em bi nasnameya xwe bigihîjin jiyana azad û xwerêveberiyê ye, van daxwazan sûc dihesibînin û êrîşî wan dikin. Bi wî rengî hevşaredarên ku hinekî jî girîngiyê bi cihîbûnê didin, digirin û diavêjin zindanan. Yek gunehê wan heye, ew jî hesasiyeta wan a beramberî zimanê kurdî ye, girîngiyê bi kurdî û çanda kurd didin. Gunehê wan ew e ku li ser vê meseleyê xwediyê zîhniyet û fikreke siyasî ne. Jixwe, qeyûmên tên wezîfedarkirin, serê pêşî deriyê wan saziyan digirin, wan navan diguherin yan jî heger bîrdarî bin, wan hilweşînin heger kurdbûnê bi bîra mirovan dixin.

Ne tenê li Molodovyayê, li ku deverê tirkek hebe, Tirkiye doza perwerdeya bi zimanê dayikê, naskirina nasnameya wan û rêveberiyeke xweser ji bo wan dike. Lê belê, heman Tirkiye qebûl nake van mafan ji bo kurdên ku xwediyê ziman, çand û nasnameya kevintirîn ên dinyayê ne û serjimara wan bi dehan milyonan e. Lê belê kurd, beriya ku tirk bên Anatolyayê jî ew li ser van erdên ku îro jî li ser wan in, dijiyan. Heta, deriyê Anatolyayê jî li tirkan vebû bi xêra hevkariya bi kurdan re. Vegirtina împaratoriya osmanî li Rojhilata Navîn û dinyayê jî di encama hevkariya bi kurdan re çû serî. Heta, şerê rizgariya Tirkiyeyê yê sala 1920´an jî bi xwespartina kurdan hatibû kirin. Yên ku paşê hatine ser van erdan û bi tifaqa bi kurdan re li vê cografyayê karîbûne hebin, niha kurdan tune dihesibînin û dixwazin qira wan bînin. Çawa di nava xelkê de tê gotin, hat ji newalê bû xwediyê malê.

Tayyîp Erdogan di dîrokê de di nava dijminên kurdan de yê herî bi xetere ye. Wî rûyê nîjadperesetî û şovenîzmê bi maskeya dînî nixumandiye. Li dinyayê, nîjadperest û şovenîstên bi rûpoşa dîn, hemû qir kirin. Li Rojhilata Navîn, danîna maskeya a ser rûyê xwe, girîngtir e. Rojhilata Navîn erda dînan e. Herçê nîjadperest ye, tenê heger serê bi maskeya dîn bê nixumandin, hingê dikare qirkirinê bike. Qirkirina ermenan jî esas, li ser navê dîn û îmanê hatiye kirin. Rêveberan bi hestên nîjsdperest û şoven berê xwe dabe vê siyasetê jî, wan civak bi motîvasyona dînî kir parçeyek ji qirkirina ermenan.

Tayyîp Erdogan li aliyekî dixwaze bi maskeya dîn kurdan bixapîne, li aliyê din bi dînperestiyê dijminatiya kurdan sor dike. Ferman daye serokatiya karên diyanetê, gotiye berê xwe bidin Kurdistanê. Jixwe, bang li mele û wezîfedarên dînî jî kiribû ku dêhn û bala xwe bidin Kurdistanê. Ew bi awayekî aşkera ji wan re dibêje, maskeyê dîn deynin ser rûyê xwe, pêşî li hişyarbûna kurdan bigirin, bila doza ziman, çand û nasnameyê nekin. Yên ku ji bo civaka herî biçûk a tirk li her devera dinyayê doza mafên ziman, çand û nasnameyê dikin, gava kurd heman dozan dikin, dibêjin, em xwişk û birayên heman diyanetê ne, em yek in, heman milet in û heman umet in. Dîn vediguherînin amûreke înkarkirina cihêtiya kurdan a zimanî, çandî û nasnameyî. Li ber xwerêveberiya kurdan û jiyana wan a xweser radibin. Di heman wextê de ku dixwazin kurdan bikin tirk, dixwazin elewiyan jî di nava wî qalibî de bidewisînin ku diyanet dixwaze wan bixiyê.

Çawa ku ji bo xapandinê dîn bikar tînin, ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd jî dîn bi kar tînin. Artêşa tirk êdî dibêje, dîn û îman û wiha êrîş dibe ser kurdan. Sloganên leşkeran jî hatine guherandin. Êdî dema fermana êrîşê tê dayîn, esker xwe çek û rextan gurçûpêş dikin û êrîş jî dikin, têgehên dînî derdixin pêş. Êrîşa qirkirinê bi têgehên dînî tê motîvekirin.

Bi heman rengî, gava ku êrîşî gorên gerîlayên kurd dikin jî bi sloganên îmanê êrîş dikin. Bi awayekî ku tu dînî de nebe, dijminatiya cenaze û goristanan dikin. Dijminatiya li cenaze û goristanan jî nîşan dide ka dijminatiya li kurdan gihiştiye heta ku derê. Bi wî rengî ku bi navê kurd bin, nikarin xwe li hestûyên mirovan jî ragirin. Kurd hemû divê vê rastiyê bibînin, li gorî vê li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê bibin xwedî helwest. Divê tevahiya kurdan û hêzên demokrasiyê pê zanibin ku ev tifaq xwe disipêre dijminatiya li kurdan û dewam dike.