Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Çalakiya Guven fêmkirina pêvajoyê ye 24 Sermawez 2018 Şemî

Parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê, Leyla Guven, ji bo zext û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên piştgiriya çalakiya Leyla Guven tên kirin. Vî çaxî hem çalakiya Leyla Guven û hem jî çalakiyên destekkirina wê watedar in. Xuya ye ku çalakiyên ji bo piştgiriya Leyla Guven dê berbelav bibin û dewam bikin. Çalakiya Leyla Guven di warê demê de jî di cihê xwe de û rast e. Lewma, lazim e piştgirî jî zêdetir bibe; hem jî bi şêwazên çalakiyan ên karîgertir.

Herçî dema çalakiya Leyla Guven e, tam di cihê xwe de ye. Êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna kurdan niha herî zêde hatine şidandin. Berê digotin, koster xerabe ye, hewa nexweş e û tecrîd dikirin; niha dibêjin cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Hem li Îmraliyê zexteke mezin tê kirin û hem jî ev zext ji aliyê DMME´yê ve tê normalkirin û rewakirin. Meydana demokratîk a siyasî bi piranî hatiye tunekirin. Zextê li wan kesan dikin ku muxalifê faşîzma AKP-MHP´ê ne, wan diavêjin girtîgehan. Li ser xelkê jî zexteke temam a faşîst dikin. Êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê, rastiya rêveberiya faşîst a li Tirkiyeyê aşkera darîçav kiriye. Ev kirinên zext û zilmê yên faşîzma AKP-MHP´ê gelek in û bi gotinan ravekirina wan bi dawî nabe. Jixwe, tifaqa AKP-MHP´ê kengî keysê lê bîne, dijminatiya xwe ya li dijî kurdan nîşan dide. Siyaseta wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê û êrîşên dike, va ne, li holê ne. Ji ber vê yekê jî, êdî ne cihê şik û gumanê ye ev neyartiya li dijî kurdan a AKP´ê, ev aşkera ye.

Halê hazir rewşa siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ji çaxê 12´ê Îlonê û salên 1990´î xerabtir û girantir e. Desthilatdariyek heye ku tecrûbeyên kirinên tevahiya serdemên faşîst di şexsê xwe de bi gewde û şênber dike. Aşkera dibêje ku ew qira kurdan bîne. Tu demê MHP evqasî nebû şirîk û palpiştê desthilatê. Di serdema desthilata Bereya Miletgir a salên 1975 û 1977´an de evqas bandora MHP´ê li desthilatê nebû. Îro roj, desthilata AKP´ê bi temamî polîtîkayên MHP´ê bi cih tîne. Heta, MHP desthilat bûya, wê nikaribûna di vê astê de neyartiya li kurdan bike. Nikarîbû evqasî êrîşî hêzên demokrasiyê bike. AKP hestên civakê yên dînî îstîsmar dike, kirinên faşîst jî di bin vê perdeya dîndariyê de bi rê ve dibe. Jixwe, tevahiya desthilatdariyên qirker, dîn ji bo neteweperestiya xwe dikin rûpoşek.

Leyla Guven dît ku di şexsê Îmraliyê de pergaleke zilm û qirkirinê li ser kurdan hatiye avakirin, pê re jî êrişî tên kirin ji bo qirkirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Û di encamê de dest bi çalakiyê kir. Ev çalakî nîşan dide ku parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, xisletên êrîşên li dijî gelê kurd bi tefsîlat dîtiye û hîs kiriye. Ji ber ku ew baş bi cihê Îmraliyê di têkoşîna azadiyê de dizane, wê dîtiye ku bêyî ku mirov li ber tecrîd û zextê rabe, nikare qirkirina kurdan bê rawestandin. Axir, wê girîngî û wateya dîrokî ya çalakiyeke bi vî rengî di vî çaxî de dît, bû xwedî înîsiyatîf û gav avêt. Hesta berpirsiyariyê û asta wê divî çaxî de divê wisa be. Her kes li cihê ku lê ye bi hesteke berpirsiyariyê ya bi vî rengî hêza xwe li têkoşînê zêde bike. Heger mirov têbikoşe û berdêlan bide, zemanê wê ha ev roj in. Peyama çalakiya Leyla Guvenê jî bi vî awayî ye.

Leyla Guven di hevpeyvîneke bi rojnamevaneke weke wê hepsî re, peyam daye jinan jî. Dê bi awayekî kurt û cewherî hewldanên Rêberê Gelê Kurd Ocalan îfade kirine. Wê tenê bi awayekî vegotiye ku guherîna wî bi xwe bi saya hewldanên Rêbertiyê yên ji bo azadiya jinê bûye. Bi vî awayî wê got, tecrîda li Îmraliyê êrişeke li dijî têkoşîna azadiya jinê ye.

Di rewşa heyî ya siyasî de helwest û têkoşîn divê berfirehtir, rêxistinkirîtir be û derdorên civakî yên herî berfireh û saziyên rêxistinkirî bihewîne. Her sazî û derdora civakî divê di şert û mercên xwe de û bi derfetên xwe li dijî êrişên desthilatdariya AKP´ê beşdarî têkoşînê bibe.

Êdî roj ew roj e ku tevahiya hêzên demokrasiyê, gelê kurd û saziyên demokratîk hemû, li dijî desthilatdariya heyî ya dijminê kurdan, neyarê demokrasî û azadiyê bi rêbazên herî dewlemend têkoşînê xurt bikin. Lewma, nabe ku têkoşîna li dijî siyaseta tecrîd û zilmê ya li Îmraliyê bê taloqkirin. Tecrîd û zilma li Îmraliyê, bi biryara DYA´yê ya li dijî rêveberên PKK´ê êdî bûye xwedî aliyekî nû. Jixwe, Konseya Rêveber a KCK´ê bi daxuyaniya xwe, biryara DYA´yê weke dewama komploya 9´ê Cotmeha 1998´an nirxand. Biryara DYA´yê bûye desteka hêzên navneteweyî ya ji siyaseta dewleta tirk re ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber vê, girîng e ku hêzên demokrasiyê û gelê kurd helwêstê diyar bike li dijî zilm û tecrîda li Îmraliyê û biryara DYA´yê.

Heger desthilatdariya AKP´ê operasyoneke qiranînê bi rê ve dibe, hingê li dijî vê divê têkoşîneke dîrokî ya hebûnê bê kirin. Ger peywir di dema xwe de bên bicihanîn û berdêl di wexta xwe de bên dayîn, watedar in. Lewma jî helwesta Leyla Guven girîng e. Ji ber ku wexta girtina vê înîsiyatîfê rast e, em wiha yeqîn dikin ku hem bandora wê û hem jî civakîbûna wê dê her zêde bibe.