Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Aşkerabûna cewherê zordest 09 Tebax 2018 Pêncşem

Tayyîp Erdogan gef li kesên ku piştgirî dan HDP´ê xwar. HDP’ê herî zêde dengê kurdan wergirt û bendê derbas kir. Lewma, wî careke din dijminahiya li hemberî kurdan raxistiye ber çavan. Jixwe, wî hevşaredarên ku kurdan hilbijartin, hema hema hemû xistin zindanê. Li gorî Tayyîp Erdogan, dengê kurdan ne îradeya cewherî ye. Li gorî vê jî nabe ku mirov rêzê ji îradeya kurdan re nîşan bide. Yên ku dengên xwe dane partiya wî bi xwe, dibin gel, dibin millet û wî tercîh dikin, lê dengê kurdan bi xwe dibin destekkirina terorîzmê û li gorî wî divê xwediyên van dengan werin cezakirin. Bingeha wateya vê ew e ku kurd weke mirov nayên dîtin. Jixwe, zextên ku li kurdan dikin ne ew zext in ku li mirovan bên kirin. Sedema dijminatiya li dijî kurdan jî ew e ku kurd dixwazin bibin îradeya siyasî û bibin xwedî mafên xwe yên neteweyî û demokratîk. Dema ku Tayyîp Erdogan carinan dibêje ‘birayên min ên kurd’ ew çêr û heqaret li wan kurdan dike ku doza mafên xwe nakin û li ber kêra qirrkirinê serê xwe tewandine.

Li gorî ku Tayyîp Erdogan her kesa/ê ku dengê xwe daye HDP’ê dijminê wî ne. Ev peyv û gotar bi serê xwe jî nîşan dide ku tiştekî zêde nemaye ku li meclisa dewleta tirk bê kirin. Jixwe bi dîktatoriya yekzilamî re meclis bê wate bûbû. Heger li mecliseke bi vî rengî li muxalefetê dijminatî tê kirin, hingê ev meclis ji bilî ku bibe serpoşeke nixumandinê ji bo faşîzm û dîktatoriyê, bi kêrî tiştekî din nayê. HDP bixwaze li meclisê muxalefetê bike jî dê peywira ku xelkê dayêkê dê nikaribe bi cih bîne. Lewma, gotara Erdogan ji hedê xwe zêdetir hincet û rewabûn afirandiye ji bo têkoşîna li meydanan û kolanan. Jixwe li Tirkiye û Kurdistanê, bêyî ku li kolan û meydanan têkoşîn bê kirin, demokratîkkirina Tirkiyeyê ne pêkan e.

Divê ne tenê kurdên ku dengê xwe dane HDP´ê, taybetmendî û karakterê dijminê kurdan ê Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP´ê herkes bibîne, divê kurdên ku dengê xwe dane AKP´ê jî vê yekê bibînin. Divê hemû bibînin ku AKP dijminatiya HDP´ê dike. Li deverên ku HDP´ê bêhtirî ji sedî pênciyê dengan wergirtiye, bandoreke mebaş li cîrantiya AKP´î û HDP´iyan jî kiriye. Kurdên ku dengê xwe dane AKP´ê weke Tayyîp Erdogan li HDP´ê nanihêrin. Ji ber vê yekê gotara Tayyîp Erdogan piraniya kurdên dengê xwe dane AKP´ê jî aciz kiriye. Pêkan e kurdên ku ji desthilatdariya AKP´ê tu sûd û kurtêl wernegirtine, dê di dema pêş de ji AKP´ê qut bibin.

Ev aşkera ye ku Tayyîp Erdogan bi dijminatiya HDP´ê rewabûna xwe ya li bajarên kurdan ji holê radike. Heger cihê HDP´ê di siyaseta Tirkiyeyê de nebe, kurd çima li bajarên xwe hebûna AKP´ê qebûl bikin. Tayyîp Erdogan bi gotara xwe dê di serî de jî li wan deveran ku HDP bêhtirî ji sedî 50´yê dengan werdigire, hebûna AKP´ê neyê qebûlkirin. A rast AKP li xwe mikur hatiye ku li Tirkiyeyê rewşeke siyaseta demokratîk tune ye. Wê ji tevahiya gel û partiyên siyasî re gotiye, di nav parlamentoyê de derfeta têkoşîna siyasî nîn e. Bi vî awayî meydan û kolan veguherîne warên sereke yên têkoşînê.

Zextaên Tayyîp Erdogan ve AKP hem kurdan û hem jî tevahiya gelên Tirkiyeyê bîrewer dike. Bîrewerbûn bi xwe re rê li ber xwebirêxistinkirin û têkoşînê vedike. Lewma, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP´ê dê her biçe xurt bibe. Li dijî hêzeke siyasî ya ku bi hilbijartinê dev ji desthilatdariya xwe bernade û bi zextan desthilatdariya xwe diparêze, têkoşîna demokrasiyê ya misêwabûyî ya civakê êdî bivênevê ye. Her çiqas dixwazin bi zextan pêşî li têkoşîna xelkê bigirin jî, gel dê nerazîbûna xwe li ber çavan raxe. Bi dersên ku ji Gezî û Serhildanan hatine wergirtin, dê şêwazeke têkoşînê ya bi bandortir û encamgirtir derkeve holê. Desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP´ê tu rêyek din li ber gel nehiştiye.

Tayyîp Erdogan dema ku ew kesên ku xwestin HDP ji benda hilbijartinê bibihure weke dijmin ragihandin, bi awayekî gelekî aşkera dijminatiya li demokrasiyê nîşan da. Tu lîderê siyasî li Tirkiyeyê nebûbû xwedî helwesteke bi vî rengî. Ew kesên herî faşîst jî, ji bo ku ser demokrasiya qelp a Tirkiyeyê bigirin, wê binixumînin, xwe ji peyv û gotarên bi vî rengî dûr xistibû. Ji bo wan girîng bû ku cîlaya demokrasî û hiqûqê li cewherê xwe yê faşîst bixin. Tayyîp Erdogan bi xwe, cewhera wî çi be tercîh kiriye ku dirûvê xwe jî wiha nîşan bide. Dibêjin, ev karakterê dîktatorên li Rojhilata Navîn e. Siyaset û gotarên heyî yên Tayyîp Erdogan jî bi vî rengî ne. Esas, ev rastî nîşan dide ku Tayyîp Erdogan êdî ne di wê rewşê de ye ku gelê kurd û hêzên demokrasiyê bixapîne. Ev bêhtirî 10 salan e ku siyaseta xapandin û fenûfûtan bi rê ve biriye û ji ber vê yekê maskeyê li ber rûyê wî ketiye. Ji ber vê yekê jî neçar ma ku cewherê xwe yê rastî, niyeta xwe bi awayekî aşkera nîşan bide.

Desthilatdariyên bi vî rengî çiqas zextan bikin jî, çarenûsa wan weke ya hemû dîktatoran têkçûn e. Axaftinên Tayyîp Erdogan nîşan didin ku dawiya desthilatdariya AKP-MHP´ê nêzîk bûye.