M. Emîn Yildirim M. Emîn Yildirim
Fanos

Helwesta moriyê 19 Pûşper 2018 Sêşem

Ji hilbijartinên 24’ê hezîranê re 5 roj man. Li Tirkiyeyê cara yekem girîngiya hilbijartinê ewqasî derdikeve pêş. Heta niha tu partiyên li Tirkiyeyê wekî AKP’ê nebûye dewlet. AKP hemû mekanîzmayên dewletê xistine destê xwe û bi kirinên faşîzan li ser civakê dîktatoriya xwe didomîne.

Lê rastiyek din jî heye; ev dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê her çiqas ku bi awayekî faşîzan bi ser civakê de diçe jî êdî ber bi têkçûnê ve diçe.

Di dîrokê de çawa ku tu hêzên faşîzmê ne heta hetayê ne, Erdogan û AKP jî demên xwe yên dawîn dijîn.

Lê desthilatdariya AKP’ê û dîktatoriya Erdogan bi avakirina kaosê û li ser aloziyê dixwaze ji van hilbijartinan encamê bigire. Ev bûyera li Pirsûsê û zextên li ser HDP’ê jî di vê di çarçoveyê de ne. Desthilatdariya AKP’ê û dîktatoriya Erdogan li çavên her kesî dinêrin û derewan dikin.

Di rastiyê de hem diz in hem jî topiz in. Dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ji ber ku tiştekî bide civakê nemaye, tenê bi faşîzmê dixwaze civakê bitepisîne. Di rewşeke wisa de ji polîtîkayên AKP’ê û Erdogan yên sexte hêvîkirin an jî bendewarî ew ê safbûn be.

Bala xwe bidinê li şûna çareseriya pirsgirêkên civakê tenê bi polîtîkayên ewlekariyê yên sexte ku civakê bixapîne dixwaze encamê bigire. Ji bo vê jî di mîtîng û bernameyên televizyonan de gefan li kesên li dijî xwe dixwin. Ne tenê dijminantiya gelê kurd dike, çi kesên weke wî nafikire jî weke dijmin ji xwe re dibîne.

Di roja îro de gelek derfet hene ku ev agirê ji aliyê Erdogan û AKP’ê ve hatiye pêxistin bê vemirandin. Her kesên ku alîgirê demokrasiyê ne divê ji aliyê xwe ve xwedî helwest bin. Weke moriya ku di vemirandina agirê Hz. Brahîm de xwedî helwest bû. Qral Nemrûd ji bo ku Hz. Brahîm di nav agir de bişewitîne agirekî gelekî mezin ku dûmana wê digihîje asîmanan pêxistiye.

Eskerên Nemrûd jî ew ê bi mencenîqê Hz. Brahîm bavêjin nav agir. Di wê navberê de moriyek ku dilopek av di devê wê de ye bi lezgîniyekê ber bi agir ve diçe. Moriyek din wê dibîne û dibêje ev lezgîniya te ji bo çi ye? Morî dibêje “Ma agahiya te jê tune? Nemrûdê zalim dê pêxember Brahîm bavêje nav agir. Ez jî avê dibim meydana ku agir lê ye.” Moriya din pê dikene û dibêje “Ma agahiya te ji ev agirê mezin tune? Agirekî wisa ye ku pêtên wê digihîje asîman! Ew dilopa ava te dê karibe çi bike bi ew agirê dîn û har? Moriya ku dilopek av dibe, dibêje “Bila, dibe ku ev dilopa ava bandorê li agir neke, lê dê bê zanîn ku ez ji kîjan alî me”

Her kesên ku kurd in û alîgirên demokrasî û azadiyê ne divê weke moriyê xwedî helwest bin. Li hemberî zilm û dîktatoriyê aliyê xwe diyar bikin.

Çend roj ji hilbijartinan re maye. Di van çend rojan de dê qedera Tirkiyeyê bê diyarkirin. Ji bo vê jî her kesên li dijî faşîzmê bi vê zanebûnê raya xwe bidin HDP’ê û têkçûna AKP’ê misoger bikin.

Bizanibin ku her rayek ji bo HDP’ê ava ku ji bo vemirandina ev agirê ku ji aliyê dîktatoriya Erdogan û AKP’ê ve hatiye pêxistin e. Bi vê girîngiyê divê biçin ser sindoqan, ne tenê çûna ser sindoqan xwedîderketina li rayan jî bi qasî çûna ser sindoqan girîng e û pêwîst e.