Ulaş Guldîken Ulaş Guldîken

Raza Nivîsê 17 Pûşper 2018 Yekşem

Rûpela wek neynikê ku ji bo sîmetriya di navbera raman û nivîsê de cih girtiye di heman demê de bi çavekî din çeperên çep û rast ên mêjiyê mirov in ku ev yek ji diyardeyek zanistî bêtir şibandin û dîmenên wêjeyî ne lê nêzî teşe girtinê ne.

Çima nêz, ji ber ku hinek serencemên me yên bi demê re li ser xakê bûne xisletên ji derhatinên cerebeyan peydabûyî êdî di teşeya me de wek hêmanên karakterîstîk û ji alî zanistî ve jî wek nîşaneyên mirovan in.

Lewma li vir an li cihekî din yê erdê hilberînek dibe encama kolektîf û bi vî rengî me hemûyan li pey xwe disûrikîne.

Li pey vê sirûkandinê û li ser vê peyvê; tîp li pey tîpê; peyv li pey peyvê; hevok û hwd… li pey hev bi awayekî veşartî, tam li gorî xebata makîneyekê disûrike û em di nav wê çerxa ji goşt, ji hestî û ji xwînê de pênahesin û lê ranawestin ku ka em binêrin çawa ev sirûkandin li pey hev û di ser hev de yekê li ser a din zêde dike yan jî wan bi hev re girêdide.

Ji xwe em rawestin an jî li ser vê yekê vegerin û biramin hem çerx disekinin û him jî hilberîna me disekine ku bi awayek refleksîf me xwestiye “hilberîn û çawa hildibire di yek demê de” têbigîhijn.

Raza ku ji serî de him ji bo nivîsê him jî ji bo ramanê - an jî ji bo zimên - li ser kar e û me li xwe heyrî dihêle û ji aliyekî din ve jî him li karê xwe dinêre û him jî bi me dikene ye.

Kenek bişirandî û ew jî nizane ka em tev de bi ku ve diçin? Lewma carina ev yek şibandine herikînekê ku wek lehiyekê ye; him em tê de dixebitin, him makîneya ku di nav xwe de çerxên zimên, ramanê û heya êdî peyvandinê hemûyan bi xwe re jî dixebitîne û him jî vê lehiyê bi xwe dixebitîne.

Di nav vê serûbinobûn û cerebeyên çepûrast de raz ew e ku tevlêbûna vê herikînê  û xwesteka jê filitandinê û ji der ve lê nêrînê tev de bi hev re xwe li me gerandine.

Gava nivîsek - di çi mijarê de dibe bila bibe - dest pê dike her çiqas temaya wê hatibe diyar kirin jî sînor û dawiya wê bi awayek teqez nayê pêşdîtin.

Yanê haya me ji miraza wê hebe jî raza wê dikare me birazîne, heya dikare me di xew de bihêle û me bi ku de bisûrikîne em jî li pê biçin. Ji cihekî şûnde goşt bi riya tiliyan gava dixebite em serî gavî ji xwe napirsin gelo ev yek çawa pêk tê.

Yanê ya ku bi awayek tekûz û bênavber weke ku ji aliyê bernameyekê ve hatibe sewirandin û ev proje qet nesekine wisa didome heya ku bigihîje mirazek têrbûyî; lê tixûb û hejmara wê nediyar.

Axirê bi tîpa ewil ya despêkê -heya dixwaze ber bi şûn de jêbibe û ji nû ve dest bi tîpek ewil jî bike- tîpek din çawa be bi ser a din ve tê û em nikarin rê li ber vê yekê bigirin.    

Ew çax ew makîne weke ku me çîka agirê wê pêxistibe û pê re hem xwe gur bike hem jî me. Mekanîzmayek veguhestî; him hildiberîne him jî ji hilberîna xwe sûd werdigire û dîsa wê ji xwe re dike nan û av. Li manê ye ku bi qasê nan û avê jê re tiştek bibe par û wê bike mijara nivîsê.Nivîs wisa li ser guşguşê ye, wisa li benda peyam û bangê ye ku carê biteriqe heya têr nebe ne radiweste ne jî radiwestîne.