Ulaş Guldîken Ulaş Guldîken

Guh 12 Tebax 2018 Yekşem

Beşek ji laşên mirov yê herî balkêş e; belê bi qasî yên din. Ev balkêşî ji aliyên wê yên fizîkî wêdetir ji be(a)lbûna wê ya li hemberî “der”ê xwe ye. Bi demê re di çermê mirovan û giyanewerên din de qelişkeke çawa vekiriye ku bi şibandinekê; ewilî perçifiye û dû re jî çar alî vebûye û her yek bi laşê xwe re guncanî bûye. Xwezayî, alavên din jî her çiqas li gorî armancekê, ji pêş ve nediyardeyî be jî bi vegotinek materyalîst her yek ji xwe re li gorî şert û mercan armancekê dibîne, weke ku li gorî vê armancê tevbigere şêweyekê dibîne û wisa şikil digire. Pê re jî, giyanewerên ku wateyê didin hebûna tiştan û bi ser de dixwaze bi lêv bike, ligel navlêkirinê hinek nirxan jî lê bar dike.

Guh ji van alavên serkêşiyê dike ye. Lewma gava em rêzekê çêbikin û alavan li pey hev rêz bikin tu yek wê rêza xwe ya pêşîn nede yeka din. Her yek bi pêhesandina xwe ya tekanebûnê li ser a din dibe xwediyê maf û ev wisa berdewam dike. Meseleya me wexta ku li ser aliyên alavan ya biyolojîk tenê bibe giringiya wê ew qas giran nabe, lê gava deng, peyv, dîalog, axivîn û têgihiştin û hwd. despê bike em êdî li ser hinek xisletên wan ên din jî disekinin. Çima şikilê wê wisa ye, bi demê re çima guherî ye, wê di nav şert û mercên nû de çawa bibe hwd. Gava em derbasî vê qonaxê dibin pirs û bersiv û dîsa bi lêzêdekirinan her alav û li vir jî bi taybetî guh ji guhbûnê derdikeve dibe gelek tişt. Bi xwe re jî him peyvan him jî di nav zimên de dîalektîkên nû û wateyan derdixe.

Wek mînak li ser, yan jî pê re gelek peyv, biwêj û mesele jî pêkhatine. Livandina wî, belbûn/balbûna wî, lîstina wî ewil ji ber adaptasyonê be jî û tevgera li gor armancê be jî, dû re ji van wêdetir dibe wek kirdeyek xweser. Heya carina mîna ku yekser alava sereke ye tevdigere ku pê re girtin, vegirtin, ramandin, têgihiştin, axaftin bi saya wê pekan dibe. Ew qas pêş de diçe ku beriya peyvê guh/darî derdikeve hemberî me. Ku guh/darî tunebû ya ji bo mirovan ne deng, ne raman, ne ziman û pewv û axivîn wê hebûya.

Lewma guh ji alî dîtbarî ve dişibe/şibiyaye bîreke kûr ku di nav de gelek badek, kurîşk û talde hene. Lê dengên ku di nav guh de olan dide, û rê digire, li ser hestiyên wek hors, zengû û çakûç dipengize, ditewe, dikewe. Çi ji ber bimîne di binê wê bîrê de weke dankirî dibe ava çavkaniya hiş û bîra mirovan. Ji ber vê, em nebihîzin jî carinan bi livandina guh, dengên ku di hundirê guhê me de vedide ew e ku guhê me dixwirîne. Ew ne gemar e ku bi xurandinê diavêje der; hatiye wê çaxê ku çavkaniya bîrê bi ser ketiye û bi xurê me divê bilivîne.