Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Yekitî 04 Berfanbar 2018 Sêşem

Yekitiya Niştimanîya Kurdistan (YNK) sala 1975’an de hatiye avakirin. Di nav PDK’ê de komek ku xwe wek çepgir û sosyalîst bi nav dikir di pêşengiya Mam Celal de YNK’ê ava dikin. Partiyek ku xwe wek, demokratên sosyal û neteweperwer bi nav dike, endamê entenasyonala sosyalîst e. Li herêma Soran bi taybetî Silêmaniyê û Kerkûkê xwedî hêzek e. YNK her çiqas li herêmek bi sînor be jî, di doza neteweya Kurdistanê de bandorek wê ya mezin heye. Hizbeke mezin a siyasî ya Kurdistanê ye. Di têkoşîna neteweya Kurdistanê de, têkoşînek mezin û berdêlên giran dane. Di van deh salên dawî de ji ji bo yekitîya kurd were avakirin jî seknek baş û neteweyî nîşan daye. Bi hêz û tevgerên din ên Kurdistanê re her tim alîgir û xwedî helwest bû. Gotina Mam Celal ku gotibû “em pişikek kurd dahî nadin wê” di bîra hemû kurdan de ye.

Lê bûyerên ku di demên dawî de diqewimin, ji mirovan re hin şik û guman çêdike. Tê xuyakirin ku yekitî, ji sekna xwe ya ku di van salên dawî de nîşan daye, dûr dikeve. Di rojên dawî de hêzên asayîşa YNK’ê, li cihên wek Ranya, Koyê, Kifrî, Kelar û Silêmaniyê êrîş bir ser hin sazî, dezgeh û tevgerên siyasî. Li gelek cihan, ofîsên Tevgera Azadî û Tevgera Jinan girtin. Dibêjin ku ev sazî û partî, bê destûr hatine vekirin û ji Wezareta Karên Hundir destûr wernegirtine. Ger wiha be jî ev 4 sal e ev tevger û sazî hene. Çima heta niha deng nehate derxistin û ji wan re nehate gotin ku kêmasiyên xwe yên qanûnî temam bikin. Xuya ye ku hincet û hin guhertinên polîtîk hene. Hiqûqê jî ji van guhertinên polîtîk re dikin amûr.

Piştî van bûyeran, malper û rojnameyên nêzî PDK’ê, hin îdia avêtin holê. Tê gotin ku piştî bûyerên Kerkûkê, MÎT’a tirk pavel Talabanî vexwendiye Tirkiyeyê û hevdîtin hatine çêkirin. Dîsa tê gotin ku di 4’ê cotmehê de MÎT’a tirk û Pavel Talabanî hevdîtinek çêkirine û hin peyman hatine çêkirin. Dîsa dibêjin ku dema Mevlut Çavuşoglu hatiye Iraqê, bi Berhem Salih re hevdîtin çêkiriye û di wê hevdîtinê de Pavel Talabanî jî hebûye. Dîsa Bas News îdia dike ku YNK xwe ji operasyona Qendîlê re amade dike. Ev hemû îdia ne, çiqas rast derew em nizanin. Lê piştî van bûyeran daxuyaniya ser balyozxaneya tirk a Hewlêrê balkêş bû. Ji YNK’ê re spas kir û got ne bes e, divê hin gavên din jî werin avêtin. Piştî van daxuyaniyan çû Kerkûk û li wê derê bi tirkmenan re civîn û hevdîtinan çêkir. Ev jî dide xuyakirin ku li pişt perdê, hin plan, peyman û hevdîtin hatine çêkirin û xwe gihandine hinek encaman. Ger bi dewleta tirk re hin peyman hebin ev xizmet ji gelê kurd re nake. Ji ber ku dewleta tirk, dewleta Erdogan û Bahçelî, ew jî nijadperestê tirk in û neyarê gelê kurd ên herî mezin in. Yên ku Başûr dagirkirî yên li Rojava gefan dixwe û her roj êrîş dike dewleta tirk e. Naxwaze pisîkek kurdan jî hebe. Bi neyarî gelê kurd ên herî xedar re, li ser hîn berjewendiyên aborî, firotina hêzê kurdistanî li derveyî xeta neteweyî çepgirî û sosyalîstî ye. Li derveyî xeta Mam Celal e ku gotibû ez pisîkek jî nadim. Ji ber ku dewleta tirk ew qas neyarê gelê kurd ku pisîka kurd jî bibîne wê bixeniqîne. Bi Bahçelî û Erdoganî re hevdîtin û peyman li dijî doza Kurdistanê ye.