Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Sala 20’emîn 09 Kewçer 2018 Sêşem

9’ê Cotmehê roja destpêka Komploya Navdewletî ye. Ev di heman demê de destpêka komplogerî, xayîntî, rûreşî, dostên sexte û hevaltiya kêm e. Ev roja şikandina hêvî û baweriya gelê kurd û gelên bindest e. Li hemberî rûreşî, xayîntî û komplogera îro roja têkoşîn û berxwedana mezin a bêhempa ye. Gelek kesan xwe kirin topek ji agir, bi lehengî nirxên mirovahiyê parastin. 20 sal li ser xayîntî û rûreşiya hêzên komploger re derbas bû.

Ev 20 sal in li Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û gelan lîstik û hesabên gemar tên kirin. Her wiha 20 sal e, li hemberî îşkence û zilmê bi ruhekî mezin, bi baweriyeke xurt berxwedaneke mezin tê pêşxistin. Bi vê têkoşînê komplo parçe parçe bû û vala derket. Têkoşîneke wisa pêşket ku aqilmendên komployê li hemberî vê têkoşînê rêz digirin.

Rêbertî bi hemû tiştên xwe ve destpêk e û destpêkê wekî rêgezekî bi kar tîne. Dibêje; “Ez her roj jinûve dest pê dikim, ger her roj destpêkan nekim nikarim bijîm. Her roj ji bo min destpêkeke nû ye.”

Îşkence, şer, zilm, berxwedan, têkoşîn, bîr û bawerî, aştî, dostanî ewil li Îmraliyê dest pê dike. Ji ber ku Ocalan ne şexsek e, gel û civakekê temsîl dike. Li Îmraliyê bûye parazvanên nirxên gel, bûye daxwaz, hêvî û baweriya gelan. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li hemberî Ocalan bandora xwe li ser hemû Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn dike. Berxwedana li Îmraliyê dewleta tirk neçar hişt ku di sala 2013’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya diyalogê bidin destpêkirin. Vê pêvajoyê bandora xwe li ser hemû Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn kir. Ev pêvajoya dîrokî bi destê serokê AKP’ê Tayîp Erdogan û dewleta tirk hat xirabkirin û li dijî gelê kurd şerekî giştî dan destpêkirin. Ev polîtîka li Îmraliyê dest pê kir û li seranserê Kurdistanê belav bû.

20 sal in li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û ev tecrîda li dijî mirovahiyê veguheriye îşkenceyê. Niha hemû kurd tên tecrîdkirin û îşkence li kolanan û li gundan belav bûye. Her ku li Îmraliyê Ocalan li ber xwe dide dewlet har dibe. Berxwedana Ocalan a bêhempa niha li kolan, gund, bajar, çiya û deştên Kurdistanê bûye çavkanî. Niha dem dema têkbirina faşîzma kesk, faşîzma reş û dema şikandina deriyên Îmraliyê ye. Ev têkoşîna 20 salan di nav xwe de gelek serkeftinên mezin dihewîne. Îro bi milyonan kes bi fikir, raman, ruh û dil têdikoşin û li gorî vê yekê dijîn.