Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Nameyek ji Atakanê hêja re 21 Tebax 2018 Sêşem

Ev çend roj e difikirim ku ji te re nameyek bişînim. Lê çi binivîsim? Ji ber ku carna gotin têra hîn tiştan nake ku mirov binivîse. Gotin sar dibin û di qirika mirov de dimînin. Ew gotin dibe hest û dibe hêrs. Mirov bigirî, hêrs û hest vala dibe. Mirov negirî, wê biteqe.

Piştî van gotinan ez dizanim ku tu yê bêjî ka em nîqaş bikin li ser hest, hêrs, girîn û teqînê. Lê carna nîqaş jî têrê nake heval. Ez bêjim piştî çûyîna te tu yê bêji ez ne çûme ez li cem we me. Îhtîmalek mezin te dê nîqaşa beden-ruh, made-enerjî û mirin-jiyan bida destpêkirin. Rast e tu ne çûyî. Her tim li cem me yî. Çûyîna fîzîkî ne çûyîn e. Tu bi ruhê xwe, bi fikir û nirxandinên xwe, bi helbest û kenên xwe li cem me yî. Ji ber vê yekê dibêjin şehîd namirin. Ji ber ku ji bo fikrek, baweriyek hêviyên gel û civakan têdikoşin û canê xwe didin. Bi aweyekî fizîkî diçin, lê bi aweyekî ruhî, fikrî her tim dijîn. Mirov hene dijîn lê wek miriyan in. Mirov jî hene bi mirinê jiyan ava dikin û mirinê dikin jiyanek nû. Piştî vê nêqaşê çi bêjim? Tu hem çûyî hem jî neçûyî.

Tu di rojên 34’emîn di salvegera roja vejînê de çûyî. Di salvegera roja vejîna îsal de, hem êrîş hebûn hem berxwedan. Li gelek deveran merasîm û pîrozbahî hatin lidarxistin. Di merasîm û pîrozbahiyan de soza bilindkirina têkoşîn û girêdaniyê hat dayîn. Di gelek pîrozbahiyan de wêneyên te hebûn. Di hemû wêneyên te de her tim rûye te bi ken û hevalê li derdora te dikeniyan, bi coş û moral bûn.

Te pir ji Dêrsimê hez dikir. Her kesê tu wek dêrsimî dizanibû. Evîndar û heskiriyek Dêrsimê bûyî. Te di fîlmê Bakûr de gotibû ‘ev ax ruhê wan heye’. Dijminê mirovahî û xwezayê di van rojan de wa axan dişewitîne. Li gelek cihên Dêrsimê agir pêxistine dişewitînin. Kevneşopiya bav û kalê xwe berdewam dikin. Dêrsimî dixwazin wan agiran vemirînin. Lê nahêlin ku dêrsimî biçin cihê ku şewat lê ye. Lê diyar e ku ew agirê Dêrsimê rojek dê wan bi xwe bişewitîne.

Dema tu çûyî helbestên ku te nivîsandibûn ji aliyê gelek kesan ve hatin parvekirin û xwendin. Bi taybetî ji helbesta ZIMANÊ DILÊ MIN. Helbesteke xweş û balkêş bû. Her kes digot qey ji bo vê rojê nivîsandiye. Tu bûyî wek helbesta zimanê dil. Ez bawer im te ev helbest ji bo vê rojê nivîsandibû. Ez dixwazim beşek ji helbesta te nameya xwe biqetînim.

 

‘Kulma xwe bi kulma min re hişk bişidîne.

Roniya çavên min ji xwe re bikin rê.

Çûyîna mîn a ebedî, bila bibe hêviyên serkeftinê.

Bêjin ji darê mazî pelek ketîye, wî pelî bigirin û behn bikin. Belkî hinek dilê te bêşê.

Lê bila ewqas jî bibe heval.

 Ji bo mizgîniya ezmanên bê ewr, pêwîst e bedenên me bibin berdêl.’

Azadî ji bo te ye heval.