Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Li Tirkiyeyê şanoya hilbijartinê 27 Pûşper 2018 Çarşem

Hilbijartinên li Tirkiyeyê her çiqas fermî nebe jî hinek encam derketin holê. Ev hilbijartin hem Tirkiye, hem Kurdistan û hem jî bi giştî Rojhilata Navîn eleqedar dikin. Gelek dewlet û hêz li benda encamên hilbijartinan bûn. Ger mirov encamên hatine ragihandin binirxîne, bêguman divê ji çend aliyan ve bên destgirtin.

Desthilata AKP/MHP’ê ev demeke dirêj e amadekariyên hilbijartinan dikirin û bi lez û bez biryara hilbijartinê dan. Di Rewşa Awarte (OHAL) de biryara hilbijartinên pêşwext tena serê xwe skandal û dijdemokratîk e. Gelek saziyên eleqedar û hêzên navneteweyî  têkildarî vê biryarê gumanên xwe anîn ziman. Şert û mercên hilbijartin hatin lidarxistin nîv demokratîk jî nebûn. Hemû hêzên demokratîk û civak bi zextên mezin re rûbirû ne. Li Tirkiyeyê zindan bi siyasetmedar, rojnameger, akademîsyenan hatine dagirtin. Hemû sazî, memûr, leşker û polîsên dewletê ji bo AKP’ê xebitîn û dixebitin. Hemû çapemenî bi destxistine û ji bilî çend sazî û dezgehên çapemeniyê yên muxalîf li Tirkiyeyê çapemenî wek bultena AKP û hikûmetê tevdigerin. Di rewşeke wiha de ger mirov li bendê be hilbijartineke demokratîk û adilane pêk were ev xwe xapandin e.

AKP û MHP’ê meşrûtiyeta xwe winda kiribûn. Polîtîka li hundir û derveyî welat îflas kiribûn û aboriya Tirkiyeyê têk çûbû. Di rewşeke wiha de planên nû amadekirin, şanoya hilbijartinê amade kirin. Xwestin bi vê şanoyê xwe ji nû ve saz bikin.

 Bi vî hilbijartî tînî xwestin ji raya giştî ya derve û hundir re bêjin li Tirkîyeyê hilbijartin heye û dibe ku bi hilbijartinê ji guherîn çêbibe. Lê di esasê xwedê ne wisa bû. Hêviyek ji gelan re çêbû ku Erdogan bi hilbijartinê ji dikare biçe. Lê di rastiyê ye dê tê xuyakirin ku ev wek lîstikekê bû. Tu wateya hilbijartinan êdî li Tirkîyeyê nemaye. Lê her tim hêviyeke xapînok didin civakê û muxalîfan.

Di vê hilbijartinê de di esasê xwe de Tayyîp Erdogan û AKP têk çûn. Di dema propagandayên hilbijartinan de şerpeze bûbûn û mîtîngên wan hêvî nedida tu kesî. Ew jî li xwe mikur dihatin ku êdî têk çûne. Hêzên muxalîf hewayeke nû afirandin û gel hêvîdar bû ku dê ev îktîdar dê biçe sergoyê dîrokê. Ligel evqas fen û fûtan dîsa jî dengên AKP’ê û Tayyîp Erdogan pir kêm bûne. AKP’ê ji sedî 7 deng kêm kir, ger dengên MHP’ê ji nav were derxistin dengên Erdogan jî kêm bûye. Erdogan bi alîkariya MHP’ê û bi zorê ji sedî 50 derbas kir.

Di vê şanoya hilbijartinê de aktorek jî MHP bû. MHP’ê di dema propagandaya hilbijartinê de tu xebat nekir û hemû anketan digotin dê MHP di bin benda ji sedî 10 de bimîne. Tişta balkêş ew e ku herdu partiyên nîjadperest ango MHP û ÎYÎ Partî benda ji sedî 10 derbas kirin û ger dengê herdu partiyan bidin ser hev dengê wan ji sedî 20 zêdetir e. Li gorî lîstikê ev encameke ecêp û sosret e.

Dengên CHP’ê jî pir kêm bûn. Lê Mûharrem Înce wek aktorekî nû derket pêş. CHP û Kemal Kiliçdaroglu têk çûn, Mûharrem Înce bi ser ket.

HDP’ê li gorî hilbijartina 1’ê mijdara 2015’an dengên xwe zêde kir û li dijî hemû astengî û êrîşan benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kir. Gelê kurd û hêzên muxalîf careke din peyama berxwedanê dan. Ev ji bo pêşerojê hêviyê dide gelan.

Li gorî encamên hatine aşkerakirin li Tirkiyeyê tiştek neguherî. Hemû hêz li cihê xwe man, hin kesan winda kir lê tu kes bi ser neket. Êdî tu tişt wek berê namîne û rewşa îktîdarê ji berê xirabtir e.