Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Kurd û serokomariya Iraqê 25 Îlon 2018 Sêşem

Li Iraqê û başûrê Kurdistanê rojev avakirina hikûmeteke nû, hilbijartinen serokomariyê, hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê ye. Heta ku di aliyê siyasî de, qeyran û alozî ji holê ranebin, aloziya aborî û civakî jî dê dewam bike.

Di aliyê siyasî de ev 4-5 meh in pêşveçûnên girîng diqewimin. Ji bo pêşeroja Iraq û başûrê Kurdistanê ev 2-3 mehên pêşiya me girîng in. Ji ber ku dê hem li Iraqê hem jî li başûrê Kurdistanê hikûmeteke nû were avakirin. Dîsa serokê parlamentoyê hat diyarkirin û dê serokomarê Iraqê were diyarkirin.

Ji bo avakirina hikûmeta Iraqê tê gotin ku koalisyona El Sadr (Sairun) û koalîsyona El Fetih a Hadî Amirî ji bo hikûmetê li hev kirine. Tê gotin ku bi aweyekî veşartî Bret McGurk û Kasim Suleymanî hevdîtin kirine û ji bo hikûmetê li hev kirine. Her çiqas nehatibe piştrastkirin jî guman heye ku hevdîtin pêk hatibe. Ger ev agahî rast be DYA û Îranê bi awayekî veşartî li ser Iraqê li hev kirine. Lê ger ne rast be, wiha xuya ye ku dê li Iraqê alozî kûrtir bibe.

Li başûrê Kurdistanê, partiyan lez dan xebatên hilbijartinan. Wisa xuya ye ku dê encamek suprîz dernekeve. Dîsa dê heman partî bi serkevin. Ji ber vê yekê jî gel eleqe nîşanî kampanyayan hilbijartinê nade. Gelê Başûr bêhêvî nêzî hilbijartinan dibe.

Di navbera PDK û YNK’ê de nîqaşên îxanetê dertên pêş. Herdu partî hev bi îxanetê sûcdar dikin. Kîjan partiyê di dîrokê de çiqas îxanet kiriye bûye mijara propagandaya hilbijartinê. Behsa reform û guherînan tên kirin lê tu kes bawer nake. Belkî encamên hilbijartinan zêde neguhure lê dê piştî hilbijartinan ji bo avakirina hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nîqaş û gengeşiyek mezin derkeve holê. Hem di navbera hêzên herêmî û navneteweyî û hem ji di navbera partî û saziyan de dê du bendî û niqaşên derkevin.

Di navbera PDK û YNK’ê de li ser Kerkûk û serokomariyê de nîqaş derketin. Li gorî qanûnên Iraqê, mafê serokomariya Iraqê mafê kurdan e. YNK û PDK di berê di nav xwedê peyman çêkiribûn ku serokê herêmê ji PDK’ê re be, serokomarî jî ji YNK’ê re be. Lê niha di vê mijarê de li hev nakin. Ji ber ku piştî bûyerên Kerkûkê serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê rabû û peywirên serokatiya heremê dan hikûmeta herêmê. YNK’ê namzedê xwe yên serokomariyê diyar kir. Behrem Salih ku berê ji YNK’ê qut bûbû û partiyek avakiribû carek din vegeriya YNK’ê. PDK’ê destnîşan kir ku endamê wan yê serokomariyê Fuat Hiseynî ye.

PDK dibêje yan dê waliyê Kerkûkê PDK’î be an jî serokomar. YNK jî vê daxwazê qebûl nake û di navbera herdu partiyan de nîqaşên tund hene. Ji ber van sedeman hilbijiratina serokomariya Iraqê ku dê di 25’ê îlonê de bihata lidarxistin hat taloqkirin. Dîroka hilbijartina serokomariyê nehat aşkerakirin û hilbijartin dê kengê pêk were nayê zanîn. A rastî ew e ku madem serokomarî mafê kurdan e divê gelê başûrê Kurdistanê serokomar hilbijêre. Ne ku partiyên siyasî tayîn bikin. Wiha xuyaye ku dê li benda encamên hilbijartinan bin. Dê hem hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, hem serokkomarî û hem jî Kerkûk bibe mijara bazariyan. Ev bazarî dê bibe sedema tevliheviyan.