Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Kupaya cîhanê; futbol 17 Tîrmeh 2018 Sêşem

Nivîskarê britanî Sîmon Kuper, bi navê ‘Futbol tenê ne futbol e’ pirtûkek nivîsandibû. Di vê pirtûkê de têkiliyên navbera futbol û siyaset, kar, pere, neteweperestî, sermaye û çandê girtiye dest û nivîsandiye.

Bi rastî jî futbol di roja me ya îroyîn de di destê sermayedar, desthilatdar û neteweperestan de bûye amûreke herî mezin. Futbol bazareke mezin a cîhanê ye. Lîstikvanê Real Madrîdê yê bi nav û deng Ronaldo bi perekî mezin transferî Juventusê bû. Li ser vê yekê karkerên îtalî rabûn ser pêya û ketin grevê. Dibêjin çima Ronaldo evqas zêde pere digire, çima em evqas kêm pere digirin? Ji ber ku Ronaldo îkoneke futbola endustriyalîzmê ye. Bi fanatîzma futbolê civak tê rizandin û neteweperestî tê pêşxistin. Dîktator Franco digo min gelê spanî di dergûşên 40 hezar kesî de hejand û razand.

Tê gotin ku futbol li Brîtanyayê dest pê kiriye û cara ewil di navbera karkeran de hatiye lîstin û li vir pêşketiye. Futbol di esasê xwe de spora karker û civakan e. Herî zêde zarokên 10 salî futbolê hez dikin, temaşe dikin û dilîzin. Her wiha futbol lîstikeke zarokan e. Zarok bê berjewendî futbolê dilîzin û temaşe dikin. Pêwîst e li hemberî futbola ku di destê desthilatdaran de hatiye rizandin têkoşînek were meşandin û futbol careke din vegere ser rastiya xwe. Lazim e futbol ji destê kar, pere û neteweperestan were derxistin û li ser esasê nêrînên zarokatiyê were lîstin û temaşekirin.

Di turnuvaya Kupaya Cîhanê ya sala 1994’an de ji welatiyekî Haîtî dipirsin û dibêjin; Ji bo te qezenckirina Brezîlyayê girîng e, an dagirkirina Amerîkayê? Ew kes dibêje qezenckirina Brezîlyayê girîngtir e, ji ber ku kupaya cîhanê 4 salan carekê tê lîstin lê Amerîka her roj dagir dike.

Me îsal turnuvaya Kupaya Cîhanê di aloziya şer, pevçûn, dagirkeriyên Tirkiyeyê de temaşe kir. Şansek me wek mirovê Haîtî nebû ku em bibêjin kupa girîngtir e. Aloziyên li Sûriye, Iraqê û ji aliyê dewleta tirk ve dagirkirina başûrê Kurdistanê girîng bûn û jixwe bijarteyek jî nedida me ku ev bersiveke din bidin vê pirsê.

Ligel her tiştî li seranserê cîhanê ev mehek e turnuva tê temaşekirin. Salên berê dema turnuvaya Kupaya Cîhanê dest pê dikir, gelên bindest an piştgirî didan welatên Amerîkaya Latîn an jî piştgirî didan Rûsyayê. Lê îsal rewş cûda bû û bindestan piştgirî nedan tîmên futbolê yên van welatan. Ji ber ku Amerîkaya Latîn bûye amûrê futbola endustriyalîzmê û Rûsya jî ji nirxên gelan dûr ketiye. Îsal wekî kurdekî min di her maçê dixwest Rûsya têk biçe û gelek golan bixwe. Dema min maçên Rûsyayê temaşe dikir Efrîn dihat bîra min. Herî dawî Hirvatistanê, Rûsya têk bir û em hemû bûn alîgirê Hirvatîstanê. Cûdahiya turnuvaya îsal ew e ku welatên di futbolê de navûdeng in zû têk çûn. Mînak Almanya, Îspanya, Portekîz, Arjantîn, Brezîlya zû têk çûn. Îsal bêhtir Fransa, Belçîka û Hirvatistan derketin pêş. Lîstkivanên wek Ronaldo, Messî û Neymar pir xweş nelîstin û li şûna wan Hazard, Empapaye û Modrîç derketin pêş. Di maça fînalê de Fransayê bi encama 4-2 Hirvatistan têk bir û kupa qezenc kir. Çar sal şûn ve anku di sala 2022’yan de dê turnuvaya futbolê îcar li Qatarê çêbibe. Ka em binihêrin dê di 4 salan de çi biqewime.