Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Hilbijartinên dewletan û Başûr 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Di van demên dawîn de hem li Iraqê û hem jî li Tirkiyeyê hilbijartin çêbûn. Başûrê Kurdistanê encamên her du hilbijartinan ji nêz ve şopand. Başûrê Kurdistanê tenê encam neşopand, her wiha kêm zêde wek aktorek di nav de bû. Ji ber ku encamên hilbijartinên her du dewletan bandor li Başûr jî kir.

Di ser hilbijartinên Iraqê de meh û nîv derbas bû. Di hilbijartinên Iraqê de koalîsyona ku El Sadr piştirî didayê bû hêza yekemîn. Kurd jî tev li hilbijartinan bûn û bi giştî 58 parlementer derxistin. Eger bi yek destî û bi tifaq tev li hilbijartinên Iraqê bibûna di hilbijartinan de bibûna hêza yekemîn. Hê jî li Iraqê hikûmetek nehatiye avakirin. Her çiqas hîn hevdîtin tên kirin û di nav hin hêzan de hevpeyman hatibê çêkirin jî aloziya siyasî ya li Iraqê berdewam dike.

Parlementoyê li hinek deveran biryara jinûvehejmartina dengan da. Ji ber ku piştî hilbijartinan gelek nerazîbûn çêbûn û di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Piştî vê biryarê, li Bexda û li Kerkûkê cihê ku sindoqên dengan li wir bûn şewat derket. Di encama şewatê de gelek deng şewitîn.

Niha li Iraqê pirsa esasî ev e; dê hikûmet were avakirin an na û ger were avakirin dê hikûmeteke çawa be? Gelo dê rewşa başûrê Kurdistanê, Kerkûkê û herêmên bi nîqaş çawa be? Niha tiştek ne diyar e. Piştî hilbijartinên Iraqê nediyarî û alozî li zêdetir bûn. Ev alozî û nediyarîya li Iraqê, ji her alî ve bandorê li ser başûrê Kurdistanê jî dike. Di rewşeke wiha nediyar de dê di 30’yê îlonê de li başûrê Kurdistanê hilbijartin bên lidarxistin. Dê hilbijartin çêbibe an çênebe ev jî ne diyar e.

Gelek kes û hêz li benda encamên hilbijartinên li Tirkiyeyê bûn. Ji van hêzan yek jê jî hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û hêzên siyasî yên Başûr bûn. Ji ber ku dewleta tirk ji dewleta Iraqê zêdetir li Başûr di nav jiyana civakî, aborî û siyayî de ye. Tifaqa AKP û MHP’ê di hilbijartinan de darbe pêk anî û careke din bi neyartiya kurdan bûn desthilatdar. Propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser Qendîlê û neyartiya kurdan meşandin.

Tê bîra herkesî di dema referandûma başûrê Kurdistanê de neyartiya Başûr kir û piştgirî dan Ebadî. Ji 15’ê adarê vir ve bi awayekî fermî Başûr hatiye dagirkirin. Tirkiye bi xwe dibêje 30 kîlometre ketine axa Başûr. Ev operasyon û dagirkirin tenê li hemberî PKK’ê nîne, her wiha di vê dagirkirinê de gelek planên herêmî û navneteweyî hene. Dixwazin di aliyê leşkerî de PKK’ê tengav bikin û di aliyê siyasî de jî Başûr bikin bin kontrola xwe. Tirkiye dixwaze di mijara Kerkûkê de bibe aktorê sereke.

Li aliyê din mijara mudaxaleya li hemberî Îranê di rojevê de ye. Bêguman di mudaxaleya li hemberî Îranê de cihekî herî stratejîk başûrê Kurdistanê ye. Li hemberî Kurdistanê nemaze jî li hemberî başûrê Kurdistanê gelek dek û dolab, plan û stratejiyên herêmî û navneteweyî xistine dewreyê.

Niha başûrê Kurdistanê bi xetereyên mezin re rûbirû maye û ger kurd yekitiya xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk ava nekin ev xetere dê mezin bibe. Rojên zor û zehmet li pêşiya hemû gelê kurd in. Ji ber vê yekê divê civaka kurd ji bo yekitiya neteweyî zextê li partiyên siyasî bikin.