Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Hilbijartinên başûrê Kurdistanê 11 Îlon 2018 Sêşem

Ji sala 2014’an vir ve hilbijartinên basûrê Kurdistanê tên taloqkirin. 4 sal di ser hilbijartinan re derbas bû. Ev jî te vê wateyê ku ev 4 sal e parlemento û hikûmeta herêma Kurdistanê bi aweyekî ne fermî li ser kar e. Her sal bi hinek hincetan hilbijartin nayê kirin. A niha jî dîroka hilbijartinê wek 30’yê îlonê hatiye aşkerakirin. Lê hêj ne diyar e dê di vê dirokê de pêk bê yan na.

Di van 4 salan de gelek bûyer qewimîn. Pêşî êrîşa DAIŞ’ê çêbû li ser herêma başûrê Kurdistanê. Heremên ku wek heremên nîqaşê hatibûn diyarkirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin. Paşê ev herêm ji DAIŞ’ê hatin standin. Piştî van bûyeran ji bo îlankirina dewletbûyînê referandûm hate kirin. Piştî referandûmê Kerkûk û herêmên ku mijara nîqaşê bûn ji aliyê hêzên Iraq û Heşdî Şabî ve hatin dagirkirin. Deriyê sînor û balafirgeh hatin girtin. Dewleta tirk êrîş û hejmara xwe yên leşkerî zêde kirin û herêma Bradostê dagir kir. Ev bûyer aloziyek mezin bi xwe re anî.

Gelek karker karmend kar dane sekinandin, gelek cihê kar hate girtin, gelek esnaf dikanên xwe dadan. Jiyan rawestiya, herikandina jiyanê sekinî û gelek kes bê hêvî û bê bawerî, başûrê Kurdistanê berdan û koç kirin. Gelek caran gelê Başûr li hember vê yekê bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Lê tu xwestek û daxwazên wan nehatin pejirandin. Li hember ev qas nerazîbûn, gengeşî û nediyariyan rêveberiya hikûmeta başûrê Kurdistan û rayedarê partiyan tu gavek ber bi çav neavêtin. Bi heman hişmendî û rêbazê rêveberiya xwe berdewam kirin. Tu guhertin pêk neanîn û gav nehatin avêtin.

A niha çav li rê ye ku di 30’yê îlonê de hilbijartinên herêma Kurdistanê werin çêkirin. Lê dê bibe yan nebe hêj ne diyar e. Tiştek ecêp, balkêş û sosret e ku ji hilbijartinan re 20 roj mane lê hêj ne diyar e ku wê çêbe an na. Te gotin ku berdevkên Amerîkayê Bret McGurk bi Mesût Barzanî re hevdîtin kiriye û xwestiye hilbijartin were taloqkirin. Ji ber ku hêj hikûmet li Iraqê nehatiye avakirin û di vî warî de aloziyek heye. Lê rayedarên PDK’ê vê hevdîtinê derewand û got ku ew dixwazin hilbijartin di wextê xwe de çêbibe. Partiyên din jî derheqê vê mijarê de bêden in.

Ger hilbijartin bi vê zîhniyetê û bi vê pergalê çêbibe jî dê bixwe re aloziyê mezintir bike. Pêşiya hilbijartinê di hin mijaran de pêwîst e gavên berbiçav bên avêtin. A yekemîn divê zîhniyet û pergaleke demokratîk were avakirin û ji bo gel tev li rêveberiyê bibe gav werin avêtin. A duyemîn gelek di aliyê aborî de hîn gav werin avêtin û jiyanek adilane û wekhev were afirandin.

Di vê mijarê de qanûn werin derxistin û hîn tedbîrên xurt werin girtin. A sêyemin di gengeşiya Rojhilata Navîn de pêwistiya kurdan bi yekitiyek neteweyî heye. Hemû parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiya neteweyî amade ne lê li başûrê Kurdistanê ji bo vê yekê astengî hene.

Ger yekitiyek herêmî û neteweyî çênebe ev destkeftiyên ku niha hene pêkan e ji dest biçe. Di van sê mijaran de gav neyên avêtin, tu wateya hilbijartinê jî namîne. Bi zihnîyet û nêzîkatiyên rêveberiya berê pirsgirêk nayên çareserkirin û dê girantir bibin. Pêwîstî bi hilbijartinan nîne. Bi pergalek demokratîk, bi jiyanek adil û wekhev û bi yekitiyê heye.