Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Hesabên şaş 12 Pûşper 2018 Sêşem

Ev 40 sal e dewleta tirk, her roj, her car û her tim behsa dagirkirina Qendîlê dike.

Di van rojên dawîn de Qendîlê ji devê xwe dernaxin. Erdogan û çapemeniya wî, Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Dadê her tim behsa Qendîlê dikin. Bi Qendîlê radizên û bi Qendîlê radibin! Mijarek hilbijartin, mijarek jî Qendîl e. Ji bo AKP û MHP’ê hilbijartin =Qendîl e.

 Di lîstika kişikê de, dema mirov hemleyek dike, mirov hesabên 2-3 hemleyên din jî dike. Di mijara leşkerî û siyasî de jî ev yek derbasdar e. Yek armanc nîn e, 2-3 armanc bi hev re hene. Qendîlê jî mirov bi vî rengî binirxîne, dê baş be. Gelek armancên wan hene.

1-AKP û MHP bê ser û ber biryara hilbijartinê wergirtin. Gotin ku dewlet xitimiye û nikare salek jî bimeşe. Xwestin ku ev xitimandina dewletê bi hilbijartinan derbas bikin. Deh roj maye ji hilbijartinan re. Hewaya hilbijartinê ji bo wan ne baş e.

Mîtîngên wan ne baş derbas dibin û kêm kes tev li xebatên wan dibin. Hemû anket, AKP û MHP binketî nîşan didin. Di anketên ku heta niha hatine çêkirin de di parlamentoyê de hejmara wan kêm dibe û di serokkomariyê de jî Erdogan dimîne tûra duyemîn.

Eger bimîne tûra duyemîn karê wî zahmet e. Tu arguman di destê wan de nemane ku bi kar bînin. Tenê yek arguman heye. Ew jî kuştin û girtina kurdan û dagirkeriya welatê wan e.

Di mîtîng û xebatên xwe yên hilbijartinê de wek nêçîrvanên mîrovan behsa kuştina kurdan dike û wan dijmêre. Tu dîktator, faşîst, nijadperest, neteweperest, siltan, padîşah û împarator pesnê xwe ewqas bi kuştina însanan nedaye û nejimartiye.

Dibêje me Efrîn girt, em çûn başûrê Kurdistanê jî, em ê Şengal, Mexmûr û Qendîlê jî bigrin. Çima wiha dibêje? Ji ber ku hebûn û tunebûna wî, di vir re derbas dibe. Di aliyê siyasî de jî wiha ye. Eger HDP bi ser bendê bikeve AKP winda dike. Ger li bin bendê bimîne AKP û MHP bi ser dikevin. Operasyona Qendîlê jî bi vî rengî bi kar tînin. Weke amûrek ji bo hilbijartinê bi kar tînin. Îhtîmal e ku pêk bînin jî. Ala xwe li cihek Qendîlê biçîkinin û serkeftineke razber û xeyalî nîşan bidin. Dixwazin bi vî awayî rayên xwe zêde bikin. Lê hesabê şaş dikin.

2-Ji 13’ê adara 2018’an vir ve, dewleta tirk başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî dagir kiriye. Heta niha belkî hin baregehên leşkerî li başûr hebin.

Lê vê carê ketina herêma Biradostê cuda ye. Armanc dagirkirin û li wir bicihbûn e. Dixwaze bi dagirkirina Biradostê, Başûr û Bakur ji hev qut bike û zextên li ser hêzên kurd zede bike.

Herêma Biradostê ji bo herêmên din dagir bike weke bingeh bi kar bîne. Hewlêr, Duhok û cihên din jî di bin zexta dagirkeriyê de ne. Hêzên kurd ên başûrê Kurdistanê ev rastî zêde nabînin. Ji ber vê jî çavên xwe digirin û bêdeng dimînin.

3-Di van rojên dawî de li ser Minbicê hin hevdîtin di navbera DYA û dewleta tirk de hatin kirin. Her çi qas mijar Minbic tenê were xuyakirin jî lê tê gotin ku gelek mijarê din jî hatine nîqaşkirin. Dibêjin ku DYA di van hevdîtinan de operasyoneke li hemberî Qendîlê erê kiriye.

 Dema mirov van tevan tîne ber hev li ser Qendîlê hesabên siyasî, leşkerî herêmî û hêzên navneteweyî hene. Divê mirov bi zanebûn tevbigere û di her alî de têkoşînê bi pêş bixe.

 Hesap û bazarî her tim hene. Lê nayê wê wateyê ku dê bimeşe. Vî çiyayî gelek dagirker dîtine û tu carî serê xwe netewandiye. Hesabên şaş dê ji Qendîlê vegerin.