Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Çend daxuyanî 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Di 17’ê nîsana 2017’an de hinek saziyan li Kerkûkê ala Herêma Federal a Kurdistanê daliqand. Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan hêrs bû û wiha got: “Divê ev al demildest were daxistin. Ger neyê daxistin hûn dê encaman qebûl bikin. Kerkûk bajarê tirkmenan e.”

Tayyîp Erdogan di 25’ê îlona 2017’an de vê carê jî wiha got: “Em ê deriyên sînor ji çûyîn û hatinê re bigirin. Vanayên petrolê di destê me de ne. Ger em vanayan bigirin dê ji birçîna bimirin. Ew der tenê aydî serokeşîrekî nîn e. Li wê derê tirkmen jî hene.” Di heman rojê de Devlet Bahçelî jî bêdeng nema û wiha got: “Em henekan nakin. Hûnê bedelên giran bidin. Ew der cihê tirkmenan e. Dê ji piran pir, ji hindikan hindik biçin.”

8’ê hezîrana 2018’an Erdogan vê carê wiha got: “Me bi 20 balafiran Qendîl bombebaran kir. Em ê bombebaranan bidomînin. Tenê ne Qendîl, her wiha Sîncar û Mexmûr jî di hedefa me de ne.” Suleyman Soylu jî wiha got: “Em 25-27 kîlometre ketine bakurê Iraqê.” Mevlut Çavuşoglu jî wiha gef xwar: “Hewlêr û Bexda li hemberî PKK’ê ne û li cem me cih digirin. Lê Goran û YNK piştgiriyê didin PKK’ê. Dê hesabê vê yekê bidin.”

Ger bala we kişandibe di zimanê daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk de; dijminahî, dagirkerî, zordarî, gef xwarin, biçûk xistin, lîstina bi rûmetê , dîtina wek kole heye. Rayedarên dewleta tirk bi yek dengî daxuyanî didin û ka em daxuyaniyên rayedarên başûrê Kurdistanê binihêrin. Li dijî evqas heqaret û biçûkxistinan Nêçîrvan Barzanî piştî referandûma Başûr wiha bersiv da: “Em dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe bi pêş bixin. Tirkiye deriyê me ye. Em deyndar û minetdarên wan in.”

Di 6’ê hezîrana 2018’an de vê carê Safiin Dizayî wiha bersiv dide heqaretên dewleta tirk: “Pêwîst e PKK başûrê Kurdistanê terk bike. Hebûna PKK’ê ji bo sînoran xetere ye.” Piştî hilbijartinên 24’ê hezîranê yên ku li Tirkiyeyê pêk hatin Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ez bi telefonê bi birêz Erdogan re axivîm û min ew pîroz kir. Erdogan gelek qedexe rakir, me jî destek da wan. Hikûmeta me dê ji niha pê ve jî piştgiriya xwe bidomîne. PKK’ê beşeke başûrê Kurdistanê dagir kiriye û li van herêman êrîşî Tirkiyeyê dike. Tirkiye jî li hemberî wan operasyonan li dar dixe. Ev tiştên ku diqewimin ne belasebep in.” Piştî van daxuyaniyan Erdogan ji bo merasîma sondxwarinê Barzanî vexwend Enqereyê. Encamên gera Barzanî ya Enqereyê dê di rojên pêş de aşkera bibin. Gelek partî, saziyên civakî û rêxistinên başûrê Kurdistanê bertek nîşanî van daxuyaniyan dan. YNK’ê got sekna me ya berê ye û di sekna me de guhertin nîn e, divê pirsgirêk bi diyalogan çareser bibin. Tevgera Goran got dewleta tirk dagirker e û em ê piştgiriyê bidin hêzên kurdistanî. Li aliyê din li Qendîlê çalakiya mertalên zindî didome û gelek kes mertalên zindî ziyaret dike. Li dijî dagirkeriyê eniya niştimanî hatiye avakirin. Di pêşengiya eniya niştimanî de her roj li Başûr çalakî tên lidarxistin. Li başûr nerazîbûnên li hemberî dagirkeriya dewleta tirk ku her ku diçe mezin dibe. Di 30’ê îlonê de li Başûr hilbijartinên hêrema Federal a Kurdistanê hene. Wisa xuya dibe ku di rojên pêş de dê gelek bûyerên girîng biqewimin.