Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Bawerî û hêvî 07 Tebax 2018 Sêşem

Di jiyana mirovan de bawerî û hêvî wek du têgehên efsûnî ne. Mirov bê bawerî û hêvî nikare bijî. Çawa ku jiyana xwezayî bê av, bê nan û bê hewa nameşe û mirov dimire, jiyana civakî jî bê fikr, bawerî û bê hêvî nameşe. Mirov bê bîr û bawerî bê hêvî wek miriyê li ser pêya ye.

Mirov bi bîr û baweriyên xwe dibe mirov. Civak li derdora baweriyan hatiye avakirin. Fikrên nû hatine dîtîn, însan ji van fikran bawer kiriye, pê îman aniye û li derdora wan fikir û baweriyan jiyana xwe avakiriye. Hêviyên xwe yên jiyanek azad û wekhev mezinkiriye. Di zîhnên însan de gelek fikr derbas dibin. Lê mirov ji hemû fikran bawer nake. Bawerî dibe pivanên fikran û ruh dide wan. Dema fikrek dibe bawerî dikeve dilê însanan mirov ji bo wan dijî û dimire. Jiyana bê bawerî û bê hêvî jiyanek bê wate û çilmîsî ye. Ji ber vê yekê jî hêzên serdest, zordest, desthilatdar her tim xwe wek ezel-ebet dide nîşandan ku hêvî û baweriyên gelên bindest û civakên ku tên perçiqandin bişikînin.

Serfermandarê tirk ê berê Îlker Başbug ji bo tevgera azadiya gelê kurd her tim digot divê em hêvî û baweriyên wan ên serkeftinê bişikînin. A niha jî desthilatdariya AKP û MHP’ê li ser van esasan dimeşe. Ew bixwe jî dizane ku nikare xilas bike. Gelek caran ji gotinê ku em nikarin xilas bikin. Lê em dikarin hêviyên wan bişikînin û ew teslîm bigirin. Ên ku hêvî û baweriyên wan dişikên teslîm dibin. Ji ber vê yekê jî ev sê sal e şerek dijwar li hember gelê kurd dimeşînin. Tenê ne li Bakur li hemû parçeyên Kurdistanê dimeşînin. Konsepta tunekirinê bi rê ve dibirin. Desthilatdarî û hebûna xwe bi tunekirinê vê girêdabûn. Ji ber vê yekê jî hemû rê, rêbaz û îmkanan seferber kirin. Formûl ew bû ku tevgera azadiya gelê kurd di aliyê siyasî leşkerî û civakî de bişikandana, bê hêvî û bê bawerî bima û teslîm bihata girtin. Eger li pêyan bima dê ew xilas bibûna.

A niha dema mirov van sê salê dawiyê dide ber çavan, tevgera azadiya gelê kurd bi hemû hêza xwe li ser pêyan e. Li hemberî her cure girtin, kuştin û koçberkirinê jî civaka kurd teslîm nehatiye girtin. Di aliyê siyasî de jî hilbijartinan da xuyakirin ku wek berê li pêya maye û têk neçûye. Ev jî wan dîn û har dike û nefesa wan diçikîne. Di aliyê leşkerî de hemû îmkanên teknîkê bi kar anîn, hemû hêza dîplomasî ji bo vê xistin meriyetê. Hemû îmkanên aborî ji bo vê yekê hatin bikaranîn. Lê encam nehate bidestxistin. Belkî bedel tên dayîn lê wek berê bi hemû hêz û heybeta xwe li cihê xwe sekiniye. Êrîş pir mezin û giran bûn. Di dîroka komara tirk de êrîşên herî mezin û giran bûn li ser gelê kurd. Kenan Evren, Tansu Çîller li ber van ferîşte bûn. Li hember van êrîşan hemû kesan li ber xwe da. Berxwedanên mezin, qahremaniyên mezin hatin nîşandan. Ev berxwedan hat nîşandan û tiştê ku deshilatdarîya Erdogan dixwest pêk nehat. Kurd û tevgera gelê kurd li pêyan man. Ên ku li ber çûyînê ne û ên herî bi tirs û xof dijîn, ên ku her roj qîreqir û barebarê dikin ew in. Qîreqir û barebariya wan ji tirsa dilê wan e. Ji ber ku li ber windakirin û çûyinê ne. Aborî têk çûye, hemû sazî dezgehên dewletê li ber firotanê ne. Kî pir pere bide, ew dikare bikire; hemû şîrketên mezin hatine firotin; deynê wan zêde bûye û kes bi deyn pere nade wan. Civaka tirk çilmisî ye û ji bo pêşerojê hêviyên wan nemane. Polîtîkaya derve îflas kiriye, her kes ji bo wan wek neyar in. Dibe di hilbijartinan de bi hîleyan bi serketin lê ev serkeftina pîrûs bû. Eger ev desthilatdarî sed sal hebe wê sed sal jî berxwedan hebe. Ev bawerî xurt e, ev hêvî mezin e. Gelê kurd bi fikrên xwe; bi sazî û dezgehên xwe; bi hêza xwe; bi heval û dostên xwe; bi bawerî û hêvî ne ku bi ser bikevin.