Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Avakirina hikûmeta Başûr 23 Kewçer 2018 Sêşem

Di ser hilbijartinên başûrê Kurdistanêde, nêzî mehek derbas dibe. Diviya di navbera 72 saetan de encamên fermî bihata aşkerakirin. Lê 25 roj di ser hilbijartinan de derbas bû, hêj nû encamên fermî hate diyarkirin. Lê fermiyet her tim sar e, wek buzê ye. Bi şik û guman e. Gel her tim li benda daxuyanî û encamên fermî ne. Lê fermiyet jî her tim li dijî gel û civakan e. Mijara me ne fermiyet e. Mijar avakirina hikûmeta li başûrê Kurdistanê ye.

Di encamên hilbijartinan de tiştek nû yan jî surprîzek derneket. Encamên ku derket hemû kes li bendê bûn. Ji ber vê yekê jî kes şaş nebû. PDK nêzî 600 hezar ray girt û 45 parlementer derxist û bû partiya yekemîn. YNK 329 hezar ray girt, 22 parlementeran derxist û bû partiya duyemîn.Goran, Nifşê Nû, komel û Yekgirtû ji li pey hev hatin. A niha mijara esasî avakirina hikûmetê ye. Wê hikûmetek çawa ava bibe? Serokê hikûmeta herêmê wê kî be? Nêçîrvan Barzanî be, an Mesrûr Barzanî be? An jî Mesûd Barzanî wê carek din vegere? Ev nîqaş û gengeşiyên di nav PDK ê de ne. Mijarek ne zelal e û dê hîn nerazîbûna di nav PDK’ê de bi xwe re bîne.

Mijarek din jî wê PDK hikûmet bi kirê ava bike? Wê YNK tev li hikûmetê bike an na? Ji ber ku hilbijartinên serok komarîyê de PDK bertekek tund nîşanê YNK’ ê dabû û gotibû em ji YNK’ê tev li hikûmeta herêma Kurdistan nakin. Bê YNK nikare hikûmet ava bike. Ji ber ku YNK derveyî hikûmet bimîne, îhtîmaleke mezin li Silêmanî wê rêveberîyek cuda were avakirin. Sileymanî û Hewlêr dê ji hev biqetîn. Hin kes di nav YNK û PDK’ê de ji ev yek dipejirînin. Vé perçebûyînê, Tirkiye û Îran jî dixwaze. Ji ber ku çiqas kurd û Kurdistan perçe be,ewqas jibo wan baş e. Lê ev yek ne ligor berjewendiyên DYA’yê ne. DYA li Iraqek fedaral dixwaze ev yek polîtîkayên DYA yê vala derdixîne.

Mijara walîtîya Kerkûk û mijara serokê parlementoya herêma Kurdistanê jî di nav van bazarî yan de ye. Wê Goran, Komel û Yekgirtû çawa tevbigerin? Bi kinasî di avakirina hikûmeta başûrê Kurdistanê de yek mijar, yek bazar,yek hêz nîne. Pir mijar, pir bazar, pir hêz hene. Wê çawa çêbe? Rojên pêş de wê hinek tişt zelal bibin. Eynî wek avakirina hikûmeta Iraqê ye. Ev pênc mehên hêj hikûmet ne hatiye avakirin. Ji ber ku pir alî hene. Her aliyek li gor xwe dixwaze.Yek héz ji nikare li gor xwe tené ava bike. Avakirina hikûmeta başûrê Kurdistanê jî dişibe ya Iraqê û dê ewqa ne hêsan be.

Gelê başûrê Kurdistanê jî ji dûr ve, bê hêvî û bê bawerî van pêşveçûnan dişopîne. Ji ber ku tu hêviyên wî yê guherîn, veguhertin, reform û demokratîkbûyînê nîne. Dibêje hemû tişt dê wek berê be ji ber vê yekê jî zêde eleqe nîşan nade.

Gengeşî di nav hêzên siyasî de ne. Lê bandora xwe li ser jiyana gel dike. Ji ber ku gengeşiya siyasî veguheriye gengeşiya aborî û civakî.