Ercan Sezgîn Ercan Sezgîn

Aloziya aborî aloziya siyasî ye 31 Tîrmeh 2018 Sêşem

Di ser hilbijartinên Iraqê de 2 meh û nîv derbas bûn, lê hêj rêveberiyek nehatiye diyarkirin. Her çiqas di navbera koalîsyon û partiyan de hevdîtin hatibin çêkirin jî ji bo avakirina hikûmetê heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin.

Piştî hilbijartinên Iraqê encamên gelek navendan bûn mijara nîqaşê û encam nehatin qebûlkirin. Gelek partî û saziyan gotin ku di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Ev rastiyek e ku di hilbijartinên Iraqê de gelek hîle, fitne û lîstik hebûn. Ji ber vê yekê parlamentoya Iraqê ji bo gelek deveran biryar da ku deng ji nû ve bên hejmartin. Piştî vê biryarê li Bexda û Kerkûkê avahiyên ku deng dihatin muhafizekirin şewat derket û gelek deng hatin şewitandin.

Aloziya siyasî ya li Iraqê girêdayî polîtîkayên DYA û Îranê ne. Di navbera DYA û Îranê de Iraq bûye qada têkoşînê. DYA dixwaze şîayên Îranê li derveyî hikûmeta Iraqê bihêle. Dixwaze ji şîayên ereb, sûnnî û kurdan hikûmetekê ava bike. Îran jî dixwaze li Iraqê bandora DYA’yê kêm bike û li ser hikûmeta Iraqê bandora xwe zêde bike. Ji ber vê yekê jî nûnerê Îranê Qasim Silêman û nûnerê DYA’yê Bret McGurk her roj di nav hinek hewldanan de ne. Bi aliyên siyasî, mezhebî, olî de danûstendinê dikin. Civîn li ser civînan tê li darxistin û hevdîtin li ser hevdîtinan pêk tên. Piyek wan li Bexdayê ye û piyek wan li Silêmanî û Hewlêrê ye.

Di 14’ê tîrmehê de ji ber sedemên aborî gelê Iraqê li Basrayê dest bi çalakiyan kir. Gel bi daxwaza bidawîkirina xizanî belengaziyê û kêmbûna ceryan û avê daket kolanan. Basra û Kerkûk cih û warê petrol û gazê ye. Lê di heman demê de cih û warê feqîrî, rebenî û xizaniyê ye. Ev nîşan dide ku hêzên dewletê û desthilatdar çiqas xedar û bêîman in.

Çalakiyê li Basrayê dest pê kir li seranserê Iraqê belav bû. Ev çalakî piştî ku Îran ceryan li ser Iraqê birî dest pê kir. Hin derdorên siyasî dibêjîn ev çalakî ji aliyê Îranê ve tên destekkirin. Karebê birî û paşî jî gel derxist kolanan. Lê serokê şîayên Iraqê Sîstanî piştgirî da çalakvanan. Mukteda El Sadr got ku heta daxwazên çalakvanan pêk neyê ew ê xebatên avakirina hikûmetê rawestînin. Heyder Ebadî jî got gel mafdar e lê divê bi awayekî aştiyane daxwazên xwe bînin ziman. Çalakvanan di sloganên xwe de digotin bila Îran ji Iraq derkeve. Û dîsa digotin ne şîa, ne sunnî, bijî lîberalîzm. Ev slogan balkêş bûn.

Hilbijartinên Iraqê aloziya li Iraqê kûrtir kir. A niha jî başûrê Kurdistanê amadekariya hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Di kanûna 2017’an de li Ranya li hember xizanî, bêkarî û nebûna ceryanê raperîna gel dest pê kiribû. Ev xwepêşandanên li Iraqê diqewimin ewil li başûrê Kurdistanê dest pê kiribû. Encamên hilbijartinên Iraqê li başûrê Kurdistanê balkêş bû. Di vê alozîya li Iraq û başûrê Kurdistanê de dewleta tirk jî dest bi dagirkirina başûrê Kurdistanê kiriye. Her roj bi balafir, tank û topan başûrê Kurdistanê dagir dike. Hilbijartinên başûrê Kurdistanê an dê bi xwe re aramiyê bîne yan jî alozî kurtir bibin. Lê wisa xuya dibe ku dê alozî kûrtir bibin. Ji ber ku pirsgirêk ji hilbijartin, parlamonteyê wêdetir e û pirsgirêka esasî dagirkerî ye. Pirsgirêk ew e ku rê li pêşiya civakeke demokratîk nayê vekirin, rêveberî, zîhniyet û pergala heyî li dijî demokrasiyê ye.