Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di pirsgirêka kurd de asê maye 19 Îlon 2018 Çarşem

Şerê li Rojhilata Navîn her diçe bêhtir weke şerê di navbera Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û hêzên mêhtinger de teşe digire. Jixwe li Tirkiyeyê ev bi awayekî gelekî aşkera tê kirin. Kurd van salên dawî ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriye, Iraq û Îranê jî bûn hêz. Li cem civaka kurd pêngaveke girîng a bîreweriyê hat avêtin. Di warê îdeolojîk, siyasî û leşkerî de kurd gihîştin hêzeke gelekî mezin. Beramberî vê rewşê, hêzên mêtinger ên ku dev ji zîhniyeta netewe dewletê bernedane û dixwazin qirra kurdan bînin, dest bi êrîşê kir. Hîn beriya 3 rojan Îranê 3 ciwanên kurd darvekirin û bi mûşekan li dijî siyasetvanên kurd hewldaneke suîqestê kir; rejîma heyî ya Sûriyeyê li Qamişloyê arîşe derxist û şer kir, ev delîlên aşkera ne ji bo vê helwêstê. Beriya bi 25 rojan li Şengalê êrîşî rêberekî êzidî kirin û ev jî nîşan dide ku di dema li pêşiya me de şerekî dijwartir dê di navbera kurdan û hêzên mêtinger de rû bide.

Tevî ku Idlib derdikeve pêş, pirsgirêka esas a ku dê siberoja Sûriyeyê diyar bike, ew e ka rewşa kurdan wê çi be. Beriya ku statuya bakurê Sûriyeyê û ka çawa Sûriye bê demokratîkkirin, ne pêkan e ku li Sûriyeyê jiyaneke bi îstikrar bê misogerkirin. Ji bo vê jî çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk divê pêk bê. Ev jî bi qebûlkirina nasname, çand, perwerdeya bi zimanê dayikê û xwerêveberiya kurdan diçe serî. Lê desthilata heyî ji bo vê ne amade ye, hîn jî di pergaleke navendperest û otorîter de bi israr e. Bi helwesta xwe ya naskirina hin mafên bi sînor ên çandî, di çaresernekirinê de israr dike.

Li Iraqê hîn pirsgirêka Kerkûk û deverên li ser wan li hev nehatiye kirin, hîn nehatiye çareserkirin. Li şûna ku îrade û xwerêveberiya xelkê Kerkûkê qebûl bikin a ku pêş dibînin Kerkûk di bin serwerî û desthilata rêveberiya navendî de ye. Li Iraqê destkeftiyeke diyar a kurdan heye. Lê belê heta ku Iraq demokratîk nebe tu garantî û misogeriya van destketiyan nîne. Ji ber ku ev ne ew destkeftî ne ku bi demokratîkbûna Iraqê bi dest hatine xistin. Lewma jî, li dijî van destkeftiyan her kêlî û wext metirsi heye. Jixwe, jiholêrakirina rêveberiya kurd a li Kerkûkê îfadekirina vê rewşê ye. Li şûna ku destkeftiyan li ser esasê demokratîkbûnê misoger bikin, bi şûna ku bi referandûma serxwebûnê wê destkeftiyan bînin, li gelek deveran hebûna siyasî ya kurdan berepaş çûye.

Sedema herî sereke ku destkeftiyên kurdan dixe metirsiyê jî, nebûna yekitiya di nav kurdan de û helwêsta hin hêzên siyasî ye ku dixwazin destkeftiyên xwe bi xwespartina mêtingeran biparêzin. Li Başûr têkiliyên ku li ser dijberiya TC û PKK´ê hatine danîn, îfadeya vê ya herî ber bi çav e. Bi helwesta şaş a beramberî dewleta tirk di encamê de ne ku tenê hebûna eskerî ya tirk zêde bûye, li Başûr sîxuriya ji MÎT´ê re bûye tiştekî normal. Nîşana vê jî ew e ku tevî MÎT´ê li dijî PKK´ê hewla komplo û suîqestan tê dayîn. Dewleta tirk serê pêşî li devera Behdînanê sîxurkirin bi pêş dixist, niha vê li Herêma Soran jî û ber bi Qendîlê ve dixwazin belav bikin. Gava ku dewleta tirk zemîneke wiha yê hevkarî û sîxuriyê peyda dike, dibe xwedî helwesteke êrîşkartir beramberî daxwazên azadiyê yên gelê kurd. Yek ji sedemên girîng ên zexta dijwar a li dijî HDP û gelê kurd li bakurê Kurdistanê jî ev e.

Tirkiye jixwe ne tenê li Bakur, li Başûr, Rojava, Rojhilat û li her deverî jî pêşeng e di dijminatiya li dijî kurdan de. Desthilata AKP û Tayyîp Erdogan koordînatoriya vê dijminatiya li hemberî kurdan dikin. Dibêjin, gava diçe Îranê di hevdîtinên dualî de li ser wê tê peyivîn ka dê li dijî kurdan çawa hevpar tevbigerin. Çi qasî rewş ev e, bi temamî ne diyar e. Lê belê piştî hevdîtina li Tehranê, Îranê ciwanên kurd bidarve kirin, bi mûşekan êrîş birin ser siyasetvanên kurd, ev jî dibe sedema nirxandinên bi vî rengî. Îranê ev êrîş bêyî Tirkiyeyê kiribin jî, ev îşaret bi dijminatiya li hemberî kurdan dike. Weke Tirkiye dixwaze daxwazên azadiyê yên kurdan bi îdaman, zext û zilmê bitepisîne. Bi vî awayî, di warê zîhniyetê de di navbera wê û Tirkiyeyê de ferqeke mezin xuya nake. Îran peyvên kurd û Kurdistanê red nake jî, siyaset û pêkanînên wê dibin rengekî din ê înkarê.

Ev rastî hemû, ferz dikin ku kurd di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn de gelekî baldar bin. Kurd bi tenê ger xwe li ber zehmetiyan bigirin û berdêlan bidin dikarin bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Lewma, ev dem wê bibe mîna têkoşîna man û nemanê. Bêguman, kurd dê di îrade û têkoşîna jiyana azad de bi israr bin. Dibe ku ew berdêlan bidin, lê ew ê bigihîjin jiyana azad û demokratîk.