Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Neynika hunerê 19 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Pispor û zanyaran wiha gotiye: “Tu bixwazî miletekî an civakekê nas bikî, berê çanda wê civakê nas bike.” Ji ber ku çand û huner neynika civakê ye.
Ger civakek hebe, çanda wê civakê jî heye, ger çand hebe bêguman nasnameya wê jî heye. Têkildarî vê mijarê nirxandineke Rêber Apo ya li ser xebatên çand û hunerê tê bîra min. Di salên 1990’î de digot; ‘Xebatên çand û hunerê ji bo min wekî neynika tevgerê ye, bi vê rewşa we dinirxînim û dipîvim. Êdî texmîn ku dikim rewşa tevgerê di çi astê de ye.’
Çand û huner li gorî siruştî, mîtolojî, bîrdozî, aborî û serpêhatiyên dîrokî karakterê xwe diafirîne. Ketin û rabûn, pêşketin û çewisandin, xwebûn û asîmîlasyon li hemberî hev şer dikin. Nemaze jî di sedsala dawîn de pergala dagirker dixwaze bi qirkirina çandî encamekê bi dest bixe.
Di vî şerê hebûn û nebûnê de pêwîste hemû beşên civakê li xwe mikur werin ku di 20 salên dawî de di vejîna hunera gelekî û têkoşîna çanda berxwedêr de em lawaz man. Encamên vê yekê her roj zêdetir bi kambax diyar dibin. Dixwazim bala herkesî bikişînim ser vê kambaxiyê.
40 sal in Tevgera Azadiyê bi berdêlên giran gelek nirx afirandin. Ji bo hinekan derfetên têkoşînê, ji bo hinekan derfetên siyaset û bazirganiyê afirandine. Ji bo xayînan jî bû deriyê gepa nan û nandoziyê. Beşa çand û hunerê ji bo van hemûyan bû makyaja lêvsorkirin û çavkilkirinê.
Mebesta min takekes nîn in, yên di hembêza pergalê de bi aşkera ji pergalê re xizmet dikin, xuya ne. Lêbelê versiyoneke din jî heye ku bi şerbeta pergalê mezin bune. Lingekî xwe li cem pergalê ye û lingekî din jî gerok û bazirgan e. Li hemû qadan hespê xwe dibezîne.
Ger mirov behsa wan bike çend pirtûk û defter têrê nakin. Pêwîste mirov di mijara civakê de zelal û dirust tevbigere. Avakirina civakeke demokratîk û exlaqî daxwaza her kesî ye. Tişta esil pratîzekirina vê daxwazê ye. Berhem bi cewher, naverok û qasidê armanca xwe dibe berhem.
Strana ku dil û mêjiyên min bêçare bike, min ji doza civakê dûr bixe çi ferqa wê ji fîlma ku di kolanên biyanî de mirov serxoş û mest bike heye. Ger tabloyên min ji dêwla Leyla, Zîlan, Nûda, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Barînan, cih bide periyên Charls, kevokên Romayê û stêrên New Yorkê ev hest û tilî dê çi bidin vê civakê.
Ger mebest hunera kurdî be û em xizmeta çanda xelkê bikin gelo em ê çi navî li vê hunerê bikin? Mîna gelek siyasetmedarên tirk, faris û ereb; dema pêdiviya wan bi kurdan hebe an jî di dawiya emrê xwe de dibêjin; ez jî kurd im.
Mixabin heta niha tu beşeka ji xelkê me xwe negihandiye asta kurdê hemdem û azad. Hem li gorî felsefeya berê dijîn û hem jî bandora wan di derdoran wan de dimîne.
Li qeraxê bajarekî mîna Stenbolê xemilandina keçeke bedew, wesayîteke modela dawîn, çîroka aşiq û evîna derewîn, teqlîdkirin û kopîkirina pergala sosyetîk ji bilî dejenerekirin û birîndarkirina folklor û çanda kurdan tiştekî din nîn e. Pêdiviya keç û xortên kurdan bi tiştên wiha nîn e. Kesên ku dikevin van rolên qeşmertiyê bila baş bizanibin ku pêdiviya vê civakê bi qeşmertiya wan nîn e. Ken û henekên xwe bi çanda serdest û sosyetîk dikin. Lê belê ji bîr nekin ku pêdiviya pergalê ji bo pazîfîzekirina giyanê ciwanan bi wan heye.
Heta 15 rojên din, hûn her tim serkeftî û têkoşer bin.