Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hunermendî -III- 22 Sermawez 2018 Pêncşem

Civakên di bin nîrê dagirkeriyê de bi gelemperî xwedî heman xislet û şanên hevpar in. Lê belê dagirkeriya li ser welatê me, mirov bê dudilî dikare bêje ku ji hemû rengên dagirkeriya li cîhanê cudatir e.

 Ji dagirkeriyê wêdetir koledariyek taybet, siyasetek herifandî, helandina ter û hişk, kevir û dar... Ji ber vê yekê em her tim mijara kesayet û takakesî dubare dikin. Der barê kesayet û rola hunermend de di dîroka çand û hunera gelê me de çavkaniyên mirov xwe bispêrê, lêkolîn û vepijandinê bi şêwaza zanyarî bike, zêde nînin. Ji bilî wêjevanê me yên serdema navîn, bi gelemperî nayê peydakirin. Mîna destan û stranên me yên klasîk di dîroka çanda me de jî çand û hunera devkî herî li pêş e.

Îca pêwîst e em vê yekê jî ji bîr nekin da ku destan û klasîkên me yên giranbiha mayînde bimînin. Der barê kesayeta afirîner de çavkaniyek mirov xwe lê bigire tune. Ji serdema navîn ên mîna Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hwd. bi xêra nivîsandinê berhemên wan bûne çavkaniya wêje û çanda me. Lê der barê babetên hunerê de bi taybetî hunera stran û muzîkê de, çavkaniyekê mirov nikare peyda bike.

Ji bilî vê sedsala dawiyê ku dîsa jî bi ‘devkî’ herî zêde behs û navê Evdalê Zeynikê derbas dibe. Sedema vê xalê ku ewqas hûr vedibêjim ew e ku dixwazim çavkanî û mînaka kesayeta hunermend a resen derxînim holê ango pêdivî bi çavkaniyekê heye da ku em xwe lê bigirin û ji xwe re weke mînak bibînin.

Niha di serdema me van du-sê nifşên dawiyê de ger em bi wijdanî û exlaqî kesayeta hunermend nîqaş bikin, ez bawer im ez ê dilê hin kesan bişikînim, lê da ku li gorî têgihiştina xwe bi civakê re rastiyan par ve bikim, ji niha ve lêborîna xwe ji ‘dilşikiyan’ dixwazim.

Mihemed Arif Cizîrî ez jî mîna hemû kurdan heyranê deng, şêwaz û hunera wî gorbuhiştî afirandî me. Bi tehm û lezet, bi hîs û hestên kurdewarî wî guhdar dikim. Ji bo hunera wî mirov ji bilî hezkirin û rêzgirtinê gotin nîne!

Ji salên 1970’yan pê de êdî kamera û tomarkirinên vîdeo peyda bûn. Bi saya pêşketina teknolojiyê êdî yên mîna nemir M. Arif, Eyşe Şan, Cemîl Horo, Şakiro, Hesen Zîrek, Elî Merdan, Hesenê Cizîrî û hwd. êdî bûn çavkaniya destpêkê ji vê mijara em gotebêj dikin re.

Ji xwe ya herî girîng ji bo civakê jî paqijkirina nirxan û ronîkirina heqîqetê ye!

Bi baweriya min hunermendekî têr û tije çi pêşevanekî civakê nikare biqasî hunermendekî bandora erênî li hestên nifşan bike. Her wiha di heman demê de çi pêşevanekî civakê nikare wêraniyê bi qasî hunermendekî li ser nifşan û dahatuya civaka xwe bike.

Dema destê xwe xistin destê Erdogan girîng e hizir bikirana ku pergala xwedî ezmûn vê mînakê wê ji xwe re baş bi kar bînin. Wê tirpana dejenere û wiraniyê bi destê qeşmer û berdûşên civakê bigerîne.

Mixabin hê jî tênegihîştine ku hê jî xwe navend dibînin, hê jî her roj li ser tevnên civakî şîret û nasîheta li gelê xwe dikin, hê jî xwe ‘aqilê di ser re dibînin’. Dizanin lê xwe weke nizanin ku her roj cegera vî gelî bi hesin û barûdê tê sotandin.

Di encama vê nirxandina kurt de dixwazim bibêjim; êdî huner û hunermendî bi şêwaz û terzevaniya berê têra vê serdemê nake. Nakokiya di kesayetê de bûye kelema pêşkêşiya hunera gel. Pêwîst e kesayeta hunermend bi pîvana hunera pêşkeş dike, bi pîvana helwest, çalak, resen û wijdanî be.