Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hunermendî -II- 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Di vê serdema ku hemû civak ser û bin diçelîqin û dihejin de, bi baweriya min, di afirandina kesayeta civakî de, tevgera azadiyê çavkanî û lêvegera herî hemdem, yekane û ewle ye. Di van çil salên dawiyê de, vê lêvegera felsefî û bîrdozî qet nebe, kesayetek serbixwe, xwebûnek haydar û rêbazek parastina mirovahiya resen ava kiriye. Ne tenê ji bo civaka me, ji bo hemû mirovahiyê şêwaz û modelek bi mînak damezirandiye. Çavkaniya bîrdozî ya Tevgera Azadiyê însan e.

Ji sedî sed ji vê rastiyê bi bawer im ku sal û demên pêş de ev lêvegera felsefî û bîrdozî, ji bo gelan û civakan dê bibe çavkaniya lêgerîna çareseriyê. Ji bo hemû pirsgirêk û qeyranên mirovahiyê, ramanên Rêber Apo wê bibin çavkaniya lêveger a qasidên lêkolînêr û lêgera çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê. Nexwe, ji bilî vê yekê qeyranên civata mirovahiyê, ji çavsorî û wehşeta moderniteya kapîtalîst, ji feodalîzma kevinperest, ji destpotîzma netewdewletê de, heta harbûna şehweta desthlatdariya bîrdoziyên kevinperest û tundrew, ji xerckirin û talankirina çavkaniyên aborî û sohtandin û texrîbatên li ser xwezayê. Ka çend raman û alternetifên çareserî yên pergala serdestên cîhanê hene?

Îro em xwediyê van nirxên mezin in, lê mixabin, hîn piraniya me, em ne di ferqa vê yekê de ne. Xemsarî nexweşiya me ya klasîk e.

Pirsa “dîrok xwe dubare dike” tê bîra mirov: gelo rast e, mîna Selaheddînê Eyubî, edalet û maf, aştî û hiqûqa dinyayê em ê ava bikin. Lê gelo dîsa em ê ji van nirxan bêpar bimînin? Ger em vê “klasîka” xwe wiha bidomînin, bi dîtina xwe û bi mixabînî dibêjim: Erê. Ji ber ku piraniya me, ne di ferqa gewherê vê nirxa giranbîha de ne. Beşek jî di ferqê de ye lê li pey berjewendiyên biçûk ketine.

Ger ev şoreşa nebûna nêçîrvanên sûdwergêr, menfaetperestan, bazirgan û maldaran jî, nikarîn xwe li ber hovîtiya pergalên dagirker bigirin. Dixwazim serpêhatiyeke Selahaddîn Soro bi we re parve bikim. Soro vexwendine semînera karmend û bazirganan. Piştî axaftin û şîroveyan mirovek ji çenteyê xwe pirtûka Ocalan derdixe û dibêje; kurd naxwînin. Soro dixwaze helwesta wî hîn bibe û vê pirsê dipirse; tu mirovekî karmend û bazirgan î çi pêwîstiya te bi xwendina vê pirtûkê heye? Got ji bo ku ez kar û barê xwe li gorî demê bi rê ve bibim, çareseriyan bi dest bixim pêdiviya min bi van ramanan heye.

Kambaxiya herî mezin di vê serdemê de xwe diyar dike û ev jî beşa kesên tenê ji ber dikin û dirûşman berz dikin û populîst in. Di vejîna nirxên şoreşê de herî zêde ew pirsgirêkan dijîn. Derd û merema hinek kesan berjewendiyên takekesî ne û êdî civak jî wan nas dike. Lê bi ser navê bîrdoziyê tevdigerin, nûnertiya resen bi cih naynin, mixabin kambaxî di vê xalê de ye.

Nûnertiya resen ji exlaq, wijdana mirov dest pê dike. Ger te bi fikir û ramanê bîrdoziyekê bawer kiribe, pêwîst e mirov zanibe û mirov mecbûr e li hemberî vê bîrdoziyê nûnertiya xwe ya exlaqî ji dil bi cih bîne. Ger wisa nebe wê demê mirov durûtiyê li civat û bîrdoziya xwe dike.

Xwendevanên hêja, em ê vê mijarê bidomînin, lê belê bi boneya meha mijdarê dixwazim van hestan bi we re parve bikim; di ezmûna 40 salan de teqez bûye ku kesên demogog, jiberker (ezbercî) û populîst ku xwestine vê rêbazê li gorî xwe veguhezînin hemû têk çûne.