Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hunermend û nandozî! 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Parastin û vejandina nirxan, bingeha civakên pêşketî ne.

Îro civakên ku hebûn û giraniya xwe ¨ji her milî ve¨ xwe bi pêş xistine, bêguman, li ser hîma nirxên çandî, civakparêzî, aborî, exlaqî û wîjdanî xwe avakirine. Her wiha, civakên ku girîngî dane parastina nirxên xwe jî, herdemê pêşketina xwe misoger kirine. Berovajî vê rastiyê jî, civakên girîngî nedaye nirxên xwe, an jî mijara parastina nirxan, di rojeva xwe ya sereke de nîne û her demê mîna birîndarekî xwîn winda dike, nikare pêşketinên stratejîk biafirîne.

Tenê, di van 40 salên dawîn de, nirxên hatine afirandin û bedelên hatine dayîn em bînin bîra xwe. Ger li çargoşê cîhanê bigere, tu cefa, fedekarî û kedek bi vê mînakê nikare bibîne.

Ên dijberiya van nirxan, hevalbendên pergalê, derdorên menfeetperest, terîqetên (ideolojîk ) maldar û malbatên bi dewletê ve girêdayî û hwd. meriv mebestên wan dikare fêm bike! 

Lê belê, ên hebûna xwe, nav û nasnameya takakesiya xwe, bi saya van nirxan û bii saya Tevgera Azadiyê de, bûn hunermend, hunerkar, navdar, maldar çevnebarî, nandozî, rantxurî û ezeziya wan, gelo meriv çawa fêm bike?

Mixabin, bi saya keda civaka me ya welatparêz, sazî û dezgeh û rêxistinên civakê, bi ked û fedakarî ew bûne xwedî nav û navdar.

Li ser ragihandinên civakî, mîna hûn xwendevanên hêja jî dişopînin, kampanyayên reşkirina tekoşîna gelê kurd û tevgera azadiyê didomînin. Mebesta dewletê û hevalbendên pergalê tê fêmkirin ku dixwazin kurdan tune, îmha û înkar bikin.

Lê mebesta ên keda sazî û dezgehên me di stuyê wan de, bi nirxên vê civakê, li ser sifre û nîmetê vê tekoşînê rentxurî qezenc kirine çi ye?

Her roj, li ser tevnên civakî êrîşên qirêj, li ser sazî û rêxistinên civakî parve dikin, kesayet û xebatkarên saziyan dikin hedef. Xwendevanên hêja, ger van mijarên wisa vekirî û zelal nebêjim, mijarê gelemperî bigirim dest, baş nayê fêmkirin.

1- Em wekî xebatkarên Koma Berxwedan 35 sal in, li derveyî welatê xwe, di bin hoyên giran û derfetên kêm de, li ser xêza tekoşîna azadiya gelê xwe, xizmeta çand û hunera gelê xwe dikin. Em çendî serkeftî bûn, an jî nebûn êdî ew biryar ya gelê me ye.

 Di 35 salan de, bi bandora Koma Berxwedan û her wiha, di nava xebatên komê de, kêm an jî zêde, bi sedan ciwanên kurd hatin perwerdekirin. Gelek ji wan pakrewanên gelê kurd in, gelek jî, îroj xwe wekî hunermend binav dikin. Lê vê têbîniyê jî parve bikim ku hemû hunermendên li derveyî welat ne endamên Koma Berxwedan in. Her hunermendek an ciwanekî, di demên cur bi cur de, bi Koma Berxwedan re derketibin dikan an bernameyên TV’an nayê wê wateyê ku endamên komê ne.

2- Li ser ragihandinê, ên ku acizbûna xwe ji sekna vê komê, bi gotinên xirab û j bêrêz parve dikin û ên çepikan ji wan re lê didin hemû yên di qada xebata me ya çand û hunerê de, bi keda sazî û dezgehên me di qirika wan de, bûne kedxwerên nankor û bê wefa. Em wan gelekî baş nas dikin. Ji bo manfeet û berjewendiyên xwe, ji bo dawetekê, klîbekê an bernameyekê an jî stranekê, tiştekî ku ev kes nefroşin tune ye.

Her wiha, em vê rastiyê jî baş dizanin ku cesareta van oportunîstan jî, ji ber kêmasî û ihmalkariya me tê. Yên ku îro ji Koma Berxwedan û TEV-ÇAND’ê re sixêfan dikin, duh di ekranên televîzyonên me de, di şev û şahiyên me de, bi xwêdana eniya vê civakê, mûçeyên xwe distendin.

Dizanim bê wefayî zor e, lê hûn jî bizanibin ku ev pirsgirêkên wisa, ne tenê pirsgirêka hunermendan e. Xemxweriya parastina nirxan, tê wateya xemxweriya bîrdozî.