Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Huner-hendî -I- 25 Kewçer 2018 Pêncşem

Pênaseya hunermend, hunermendî, di rastiya xwe de, kesayeta têgihiştî, hişyar, serwext, zîrek, mînak û pêşeng ji bo exlaq û wijdanê civakê ye. Meriv dikare teybetmendiya vê kesayetê hîn jî dirêj rêz bike, lê belê bawer im tê fêmkirin.

Li hemû civakên cîhanê bigere, her civakê xwedî pîvanên xwe yên bo huner û hunermendiyê çanda xwe hene. Lê belê biborin, em têbîniyekê bînin bîra xwe ku hemû civakên cîhanê jî, mîna me ne bindestên çar dewletên dagirker û qirker in. Welatên xwedî pergalên dewletî, pergalên xwe dane rûniştandin, ji bo çand, huner û wêjeya xwe sazî û dezgehên xwe afirandine.

Pîvan û krîterên hemû beşên çand, huner û zeneatkarî û hwd, êdî bûye zagonên civakê ên xwezayî. Yanê ji bo hunerên baş derkevin, ji bo dengên xweş pêşkevin, ji bo hemû babetên cur be cur vejînin, prensîbên xwe hene. Bi kurtî, da ku dinamîkên civakê hemû fonksiyona xwe bibînin û hevdu temam bikin, xwe tevger û pergalîze kirine.

Her wiha, ji bo hemû civakan tiştekî hevbeş jî heye. Navê xwe jî “EXLAQ” e. Em hemû dizanin ku ger di civakekê de, an herêmekê de, an jî heta di malbat û kesayetekê de, gava exlaq lewaz bibe, ew tê wateya ku zengilê (alarm) nexweşî û behitandinê lêdikevin. Êdî dermankirin û çareserî jî gelekî zehmet dibe.

Di mijara herifandin û behitandina exlaqê de, gelek faktorên navxweyî û dervayî hene, lê bi baweriya min, faktora herî bêhtir bandorê li exlaq û peywira mirovahiyê dike, îroj sermaye (aborî) û bîrdoziyên kevnperest in. Ger ne wisa be, di vê serdema ku têgîhînî, zanyarî û teknolojî ewqas pêşketî de, evqas şer û cengên bi xwe re ter û hişk disohtînin. Evqas di bin navê ol û Xweda de xwezayê tarûmar dikin, gelan qir dikin, çandan ji holê radikin. Nexwe ev hovîtî nîne çi ye gelo?

Em vegerin mijara xwe ku der barê hunermendiyê. Welat û civakên nola me, ger çendî kêmbin jî, lê belê mîrateyên bizavên rizgariya neteweyan û ezmunên şoreşan, bêguman mîrateyek li pey xwe hiştiye. Her wiha, 40 sal e ezmuneke herî mezin a şoreşa me hîn zindî heye. Di rastiya xwe de şoreşa azadiyê, şoreş û bizava parastin û vejîna mirovahî û exlaq e. Ger mirov gewherê felsefî û têgîna bîrdozî ya vê rêkeftina mezin fêm neke, meriv nikare parastina bîrdoziya xwe û civakê jî fêm bike.

Di gava yekemîn de, çanda vê rêbaza mirovahiyê li ser bingeha exlaqî û karekterê hemdem bi pêşket. Îro jî em dibînin, çi di qada siyasî- navneteweyî de be, çi di qada leşkerî, civakî û çandî de be, zext û zordariyên li ser vê rêbazê tên kirin. Tevî hemû astengî û êrîşan, gavekê ji prensîbên xwe ên exlaqî bi paşve navêje. Mirov dikare bi bîr û bawerî û serberzî bêje, ku Tevgera Azadiyê lêvegera exlaqî û çavkaniya hêza parastinê, ya netewe û civaka me ye. Ango dema em bixwazin danasîna kesayeta hunermend û karekterê, an tipa hunermendiyê bi nirx in, bê guman, pîvan û lêvegera mirov pêwîst e nirxên vê rêbaza dilawêr be. An jî ger hinek bêjin ne wisa ye, de bila kerem bikin ji çar beşên welat çavkaniyek felsefî, zanyarî li ber dest û çavan diyar bikin.