Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hişmendiya tengezar! 02 Tebax 2018 Pêncşem

Bi qasî sedsalekê çand û hunera kurdî, ji perspektîf, tehlîl û nirxandinên zanyarî, bê par ma ye. Ger çand û hunera ji perspektîfên pêşketinê, nirxandinên zanyarî û têgînên zanistê bê mehrûmkirin, dê bibe xwdiyê kul û birînên xedar! Dermankirin û çaredîtin jî, dê ne hêsan be.

Di sedsala 20’an de di vê mijarê de, lêkolîn û nirxandinên ku li ser çand û hunera kurdan hatine nivîsandin û gotûbêjkirin, gelekî kêm in. Her wiha tiştê ku heye, mirov dikare bêje; tenê reşbelekên dîrokî û pesindariya bi hestên pelçiqandî, hatine belgekirin. Hêviya min ew e ku şaş neyê fêmkirin. Ez înkara keda tu kesekî nakim! Di sedsala bihurî de, dizanim kesayetên ku çand û hunera me parastine, di serî de dengbêjên me û ên mîna seydayê Cegerxwîn, Pîre Mêrd, Hejar, Osman Sebrî, Bêkes û Mewlewî, Seydayê Tîrêj û Apê Musa û bi sedan riknên çand û hunera gelê me parastin û pêşve birin hene! Heger îro hîn jî em xwe bi çand, wêje û hunera xwe tînin ziman û çand, wêje û hunera xwe şêrîn dibînin û jê hezdikin, bêguman, ew marîfet û mezinahiya keda van mamoste û kesayetên mezin e.

Mijara ku dixwazim bînim ziman babetek cuda ye! Mebesta me ji vê pêşgotinê, li gorî vê serdemê, pêşxistina çareseriyan û sûdwergirtina ji têgîna zanyarî ye!

Mînak: Heya salên 90’î jî, têgeha “Siyaset û Çand-Huner, an jî, Çand- Huner û Siyaset..” di nav civaka me de, her wiha di cîhana siyaseta kurdan de jî, nehatiye şîrovekirin, nirxandin û perspektîfkirin. Tevî ku, di rêya netewbûnê de, ev mijarek bingehîn û stratejîk e jî! Ango dema ku li ser vê mijarê kûr difikirim, digihîjim baweriyekê ku heya salên 1980’yan jî, tevgera kurdan, di siyasetê de, bi lingekî kêm, sedsalek tevger û tekoşîn meşandiye. Bêguman, ev rastî nayê înkarkirin û hem kambaxî ye, hem jî heyf û mixabinî ye.

Heya sala 1980’yan, bizavên siyasî, civakî û tevgerên xwidî soza “ Em ê Kurdistanê Azad bikin “ de, der barê çand, wêje û hunerê de, komcivînek, konferasek, rêxistin, sazî û dezgehek balkêş nehatiye lidarxistin an avakirin! Heta ku tevgera azadiyê derket holê, bi helwestek berpirsyar, bi têgehek zanyar, mîna zayîna netewekê ji nuh ve, bi perspektîfek zanistî, şoreş, azadî û neteweyî ji nuh ve şirove kir û kar û barê vê pêwîstiyê girt ser milê xwe.

Êdî ji wê serdemê û pê de, kurd hatin di konferansan, komcivînan, dezgeh û saziyên ku avakirin de, di rêya rizgarî û azadiyê de, pêwîstiya çand, wêje, huner û ronakbîriyê guftûgo kirin. Dibe ku hîn jî, çand û hunerê rola xwe a girîng û stratejîk, weku lingê şoreşê, li gorî tê hêvîkirin bi temamî nelîstibe! Lê belê, li gorî xweza û prensîbên zanyarî û ramanî, lê qet nebe jî, di rêya ber bi pêşketin û rastiyê de, li ser hîma rizgariya neteweyî ketiye rêya rast!

Îcar bi baweriya min, êdî ger mirov bixwaze nirxandina rewşên çand, huner, wêje û ronakbiriya vê qadê, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û perspektîfên bo dahatûyê bike, pêwîst e mirov rewşa bihurî, nêzîkatî û pêşketina tevgêrên neteweyî, wekî bingeh bigre dest. Ango ne wisa be, mirov alozî û pirsgirêkên di qada çand û hunerê de, ji bingehê ve nikare bibîne û perspektîfa çareseriyê jî, bi rêk û pêk dernakeve holê! Ji bo ku gotinê dirêj nekim, dixwazim wek ku çend xelekan, li ser vê mijarê berdewam bikim.

Heya 15 rojên dinê, her serkeftî û bextewar bimînin.