Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hişmendiya tengezar (V) 27 Îlon 2018 Pêncşem

Xewn û xeyalên Ehmedê Xanî bûn ku di Rojhilata Navîn de kurd bibin xwedî hişmendiyeke hemdem û ronasanseke helvejînî.

Dîsa, siûd û bextewariya gelê me ye ku îro tevgera azadiyê bi hêza xwe ya ideolojîk û ezmûna berxwedêrî, bi felsefeya Xaniyê hemdem, pêşengiya tekoşînek ku li tu deverên cîhanê mînakên wê tune ye, dike.

Çil sal e, nirxên ku hatine afirandin û bedelên hatine dayîn, ji bo civakê û hêviya siberojê bûye nirxa pîroz. Ger ev nirx mayînde û berhemdêr bin, bi parastina rast a wan nirxan pergalkirin û aktuelkirina hemû babetên têkoşîna civakî pêkan e.

Jixwe, hişmendiya tengezar di vê xalê de tê asêkirin. Xwe ji qalibên dembihurî nikare rizgar bike, ji afirandêriya gelemperî, xwe vediguhêze xebata ‘rizgarkirina rojane’ ji xemxweriya bîrdozî û ewlehiya gelemperî, xwe bi kozika xwe teng û fêza xwe tenê ve mijûl dike! Ango dema hişmendiyek xwe bi çemberek wisa teng bi sînor dike, êdî bizanibin ku di wê çemberê de, afirînerî dernakeve. Di serdemên herî bê derfet de ev derfet hatine afirandin.

Hin xebat û hin qadên xebatê hene, heya radeyekê, meriv dikare ji bo pêvajoyekê an serdemekê, bi şêwazekî demkî sûd wergire. Lê hin qad jî hene, stratejîk in. Bi paşeroja civakê û nasnameya neteweyî peywendar in. Wek ziman, çand û huner, çapemenî û ragihandin, her wiha, avakirina qada aborî jî di heman pêwîstiyê de ye. Ger van qadan neyên pergalkirin û li gorî taybetmendiyên xwe, bi rêk û pêk neyên rêxistinkirin, bi herikandina demê re, mîna berbend û keleman bi lingê tevgerê ve diqemitin û dibe çavkaniya pirsgirêkan. Bi demê re, armancên doza ku li hemberî mêtingeriyê serî hildaye, ev zihniyeta tengezar êdî bi xwe dest bi şêwazek mêtingeriya berhemên şoreşê avakirine dike. Jixwe dema em behsa parastina nirxan û geşedana van babetan dikin, ji ber têrnekirina pergala amator û lawazbûna rêxistinî ya van qadan e. Ji ber sedema vê kambaxiyê ye ku meriv bi hemû hêrsa xwe di rûyê vê zihniyeta teng de diqîre û dibêje: “Pîvana her tiştê vê şoreşê ne madiyet e.” Gelê kurd felsefeya vê hareketê baş nas dike. Dizane ku pîvana herî bingehîn a vê tevgerê însan e.

Arşîva rojnameya Azadiya Welat vekin min di vê mijarê de gelek gotar nivîsandin. Lê tişta ku mirov bêzar û xemgîn dike, dev ji guhertin veguhertinê berdin, xitimandin û tevizandin zêde û girantir bûye. Ya hîn jî giran ew e ku “mîna lihevkirinek zimnî hebe” herkes jî bo vê rewşê bê hewildan, bê xem û bêdeng e.

Sazî û dezgehên çand û hunerê ji ber gelek sedemên objektîf û subjektîf, naverok hatine valakirin, hatine bê înîsiyatîfkirin. Jixwe zextên pergala dagirker tên zanîn. Lê ya herî kambax helwesta derdorên xwe hunermend, hunerzan, rewşenbîr û dildarê vê dozê dibînin e!

Xemxwerî an reaksiyoneke bi bandor, an perspektîfek çareseriyê, an jî refleksek hunermendî dernakeve holê. Di van 15/20 salên sohtandina nirxan û xwarina ji sermayeya berê hati afirandin. Bêguman em dizanin, ev şêwaz jî bi felsefeya Rêbertiyê re bi nakok e.

Saziyên mirov bi destê xwe ava bike, bi destê xwe jî, bêbandor bike, şêwaz û siyasetek ne exlaqî ye. Selameta saziyan ne tenê ji bo piratîka rojane ye. Hişmendiya ku îro saziyên me wek “malê dewletê deniz e, kî nexwe donxiz e...” bê biha dibîne, nêzîkahiyeke erzan nîşan dide, çi cudahiya xwe ji şêwaza tesfiyekariyê heye.