Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hişmendiya tengezar -III- 30 Tebax 2018 Pêncşem

Xwetêrdîtin şêwazek xwexapandinê ye. Pesindayîn û furtên vala... her çiqas teybetmendiyek feodalîzmê be jî, di serdema me ya îro de xwe bi çanda post-modern û bayê popilizmê re dide jiyîn. Guhertinên gerdunî ku civakên cîhanê dijîn, rasterast hemu civak bandora guhertinan dibînin, lê ew nayê wateya ku hemu civak wan guhertinan dijîn.

Çawa ku serdema şoreşan serdema muhesebe û lêpirsîna hemu babeta ye, her wiha serdema afirandina karekter û kesayeta hemdem û nûjen e jî. Ji bo vê yekê di mijara “xwebûn”ê de derfet û nirxên giranbiha hatine afirandin, pêwîst e bi lezgînî kesayet xwe ji vê çavkaniya bîrdozî têr bike û hişmendiya “xwebûnê” di kesayeta xwe bi pêş bixe.

Teybetmendiya gelên rojhelat e, dema mijarek an nêrîneke nû dibihîzin, bêyî ku naveroka wê mijarê hîn bibin û wate bidinê, têgihiniya xwe bi veguhestina wê nêrîn an mijarê re tatmîn dikin. Mixabin di van salên dawî de ev nexweşî di nav civaka me de zêde belav bûye.

Qirkirina çandî niha li ser zarê herkesî ye, jiberkirina vê mijarê bi awayekî “trajî-komîk” berdewam e. Bi mixabînî trajî-komîk dibêjim ji ber ku nêzîkahiyên kesane der barê qirkirina çandî de kambax û durû ye. Belkî rexneyek giran e, lê belê di berdewamiya nirxandinê de hûn xwendevanên hêja biryar bidin ku (raste rexne girane, an jî min ji deryayê tenê dilopek av gotî) kesayeta mijara gotinê ye, ne filan kes û bêvan kes e. Ev tîpeke jiberker, menfaatperwer, siloganker û firsetker e û li her qadê dikare hebûna xwe nîşan bide. Ji her derfet û nirxên şoreşê û gel dixweze sûd wergire, lê di mesela kûrbûna bîrdozî û xwebûnê de tu carî li gorî pêwîstiyên jê tên hêvîkirin tevnagere.

Rêberê gelê kurd mîna gelek mijarên girîng ji bo azadî, demokrasî û qirkirina çandî jî tespîtên guncav kiriye da ku em li xwe û xwebûna xwe vegerin. Lê belê ev tîpa mijara gotinê yê jiberker, manfatperest û tengezar xwe di vê ketegoriyê de nabîne û xwe di gelek mijaran de têr û tijî dibîne. Di mijara zayend û pirsgirêka jinê ( ji zûde di kesayeta xwe de çareser kirî) de ji xwe bêguman e. Mirov dikare hê jî teybetmendiyên vê tîpa bi aloz rêz bike, lê bawerim ewqas jî bese, jixwe tê fêmkirin.

Îcar dema mirov pratîka vê kesayeta bi aloz, mantelîte û hişmendiya di bin navê nujenî û hemdemiyê de tîne ber çavên xwe hingê tabloya jixwedûrketinê, biyanîbûnajiçandaxwe, sohtandina exlaqê şoreşgerî û erozyona her babetek ji nirxên vî gelê fedekar ku bi ked û xwêdana xwe afirandî, dibîne.