Xelîl Xemgîn Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Hişmendiya Tengezar – II – 16 Tebax 2018 Pêncşem

Peymana siyasî rêveberiya civakê dike. Ango ji hemû birên civakê berpirsiyar e! Madem ji bo soza rizgarî û rêbertiya civakê peywirdar e, siyaset sazîmankarê stratejiya rêya rizgarî û azadiya wê civakê ye. Zelaliya armancan û rasteqîniya stratejiyên objektîf û aqilmend, di siyasetê de misogeriya dahatuya wê paymenê ye. Mixabin, heya niha, birek ji civaka me hîn jî pejirandina “Di civakê de rola siyasetê” tenê wekî “filan partî, bêvan rêxistin û cemaet...” fêm dikin.

Ango siyasetê wekî rêbaz, maf û pêdiviya amûrî ya jiyanê nabînin.

Huner û hunermend jî, neynika du alî ye ji siyasetê û civakê re! Rûyê estetîk û bedewiyê ye, madem siyaset ilm û têgîniya civakê hatiye pejirandin, estetîkvanî, xweşikbûn, merîfet û hostetî, zîrekî û gelêrîtî û hwd. rûyê siyaseta resen a hunerî ye. Ji ber ku siyaset encax dikare rêbertiya civakan bike. Çawa ku em dibêjin: Huner ne ji bo hunerê ye, huner ji bo gel e! Siyaset jî wisa ye! Siyaset ne ji xwe ye, siyaset ji bo hemû babetên civakê ye.

Bi nêrîna min nîqaşên têkiladarî siyaset û huner, siyaset û hunermend mijarên kilasîk in. Pêdiviya mirov nîn e ku mirov demên xwe bi van mijarên gelekî hatine şirovekirin re derbas bike. Ya girîng ew e ku mirov li ser pirsgirêka gonjev raweste ye. Belkî jî pirsa herî bi wate jî; gelo, hem eniya siyasetê, hem jî eniya hunerê, li gorî pîvan û prensîbên zanyarî, bîrdozî, pêdiviyên civakî û rêxistinî delametên xwe pêk anîne, an pêk tînin? Bi baweriya min, van 15-20 salên dawiyê de, di eniya çand û hunerê de ku em xitimandin, tevizandin û xerckirina nirxan heye. Bersiva herî bingehîn di vê xalê de veşartiye. Heger em bi duristî û zîrekî nêzî xwe û vepijandina vê xalê bibin, hem sedemên pirsgirêkan em ê hîn bibin, hem jî çareserkirin û dermankirinê, peyda û hêsantir dibin.

Prensiba felsefeyê ku her tiştekî xwe nû neke, mehkûmê xitimandin û mirinê ye. Êş û qulincên di vê eniyê de, belkî jî, parek mezin ji ber babetên vê qaydeyê ne.

Nêzî bîst salan e, mijara xitimandin û tevizandina eniya çand û hunerê, di asteke herî pasîf û ‘kêm perspektîf’ de tê ziman û rexnekirin.

Mixabin, belê rexne kirin û tenê rexnekirin! Lê sedemên rewşa tê rexnekirin jî, ji bilî kêmasî û netêrbûna kesayeta hunermend, çareseriyek an perspektîfeke ku qedera çand û hunerê bi takekesiya hunermend ve girê nede dernakeve.

Bêguman, takakesiya civaka bindest, kesayetek hatiye parçekirin, pasîf û tevizandî, ji nirxan hatiye bidûrxistin e. Ya herî berz jî, xwebûna xwe lewaz û nexweş ketî ye. Îcar kesayeta di vê rewşê de, di serdemên şoreş û tekoşînê de, encax dikare li xwe vegere û gav bi gav, xwe bi avakirina nirxên şoreşê re, ji nû ve xwebûna xwe vejîne. Îcar analîza vê yekê, tevgera azadiyê çil sal e têra sedsalekê û têra çend neteweyên bindest nirx û berhem afirandî. Lê sed mixabin, kesayeta xwebûna xwe lewazkirî, sûd ji vê çavkaniya giranbûha bi temamî wernegirtiye.

Tengezariya di takakesiyê de, biyanbûna ji çand û hunera gelê xwe, di kûrkirina xitimandinê û bê çaresriya eniya çand û hunerê de, roleke gelekî bi bandor dilîze. Pêwîst e, em vê kesayeta ku ji xwebûna xwe dûr dikeve, em dînin ser masê û şirove bikin. Bi bextewariya 15 Tebaxê re serkeftî bin! Di beşa bê de, em ê vê mijarê berdewam bikin.