POLÎTÎKA

Zexeliyê dikin

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Peyva ‘zexelî’ di zimanê kurdî de tê wateya hîlebazî, fêlbazî û gelek wateyên din. Bi nêzîkbûna hilbijartinan zexeliyên li hemberî HDP’ê zêde dibin. Hikûmeta AKP’ê û partiyên din ji bo HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêlin, li dijî HDP’ê tifaq çêkirin û niha jî bi rêya darazê ceza li namzetan dibirin û daraza tirk jî tev li vê tifaqa qirêj bû. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re yek bi yek ceza li siyasetmedarên kurd tê birîn.

Dek û dolabên AKP’ê yên ku ji bo serkeftina HDP’ê asteng bike bi darazê destpê kir. Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê der barê 89 siyasetmedarên kurd de biryar da. Dadgeha Amedê jî di çarçoveya ‘Doza sereke ya KCK’ê’ de li 139 siyasetmedaran ceza birî bû. Dageha Dîlokê der barê 89 siyasetmedarên ku namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê jî hene, ceza erê kir. Di nava 89 kesan de 4 namzetên parlamenteriyê jî hene. Ji kesên cezayên wan hatin erêkirin Pero Dundar, Musa Farisogulları, Leyla Guven û Tayyîp Temel, namzetên parlamenterên HDP’ê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê ne.

Her wiha namzetê HDP’ê ya Êlihê Îdrîs Baluken ku cezaya wî jî beriya hilbijartinê ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin, der barê biryarê de li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtiye, daxuyaniyeke nivîskî da. Baluken diyar kir ku ev biryarek dijhiqûqî ye û destnîşan kir ku dê li dijî vê biryara bê hiqûq û tasfiyeya siyasî di serî de gelê Êlihê tevahiya gelê me di 24’ê Hezîranê de bersivek xurt bide. ENQERE

Albuma Nûçeyê