JIN

Zewaca di temenê biçûk de - Sorgul Şêxo nivîsand

Dem : 21 Pûşper 2018 Pêncşem

Sorgul Şêxo

Dema ku em li rewşa cîhanê dinihêrin em dibînin ku bi taybetî li welatên ereban û li hinek welatên din asta zewaca di temenê zaroktî de zêde bûye. Sedemê bilindbûna vê rêjeyê çi ye divê mirov li ser vê yekê bisekine. Divê mirov li ser xetereyên zewaca di temenê biçûk de jî kûr bibe û li gorî vê yekê tedbîrên xwe bigire.

Pergala desthilatdar tevî hemû hewldan û destkeftiyên jinan dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe heqaret li jinan kirine û li ser keda jinan rûniştîne. Tevî ku keda jinan tê desteserkirin jî di heman demê de zewaca di temenê zaroktî de jî rewa tê dîtin û encamên zirara vê yekê jî ne xema pergala desthilatdar e. Dîsa jî yê ku di destpêkê de li dijî vê biryara ku derdikeve jî dîsa jin in. Çimkî hişmendiya jinan bi pêş ketiye. Jin civakê bi rê ve dibe û ji xizmeta malê bigire heta xwedîkirina zarokan û kirina karên derve hemû jin dikin. Jin li dijî hemû zehmetî û îşkenceyan têdikoşe û hewl dide ku hemû zincîrên koletiyê bişikîne. Ji ber ku mêr li gorî aqilê dewletê yê baviksalarî tev digere loma îstismara zayendî jî pêk tê.

Zewaca temenê di zaroktî de û îstismara zayendî bi hev ve girêdayî ye. Tevî van neheqîyan deng û rengê jinan di nav çarşefa reş de tê fetisandin. Bi vî rengî jina herî baş li gorî pergala dewleta xwedî zihniyeta baviksalar jina herî baş a ku dengê xwe dernaxe ye. Çimkî dewlet dizane ku jin xwedî hêzek mezin e, ger serî hilde dê dawî li îktidara wan a yekperestî bê. Loma her dem zarok û jin ji aliyê pergalên kapîtalîst û yekperest ve tên perçiqandin û hedefgirtin. Loma zewacên di temenê zaroktî de zêde dibin ku jin tenê zaroka bînin û hepsê nav çar dîwaran bên kirin.

Zîhniyeta ku her dem zarok û jinan dikin qurbanên xwe, jinan her dem dikin amûra kirîn û firotinê û tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Gelek caran ji ber zextên malbatê jî rêjeya zewaca zaroktî wê bilind dibe. Ji ber ku zarok ne di temenê ku biryarê bide de ye loma bi kalên 70-80 salî jî tên zewicandin. Ka zarokekê çawa bi kalê 70-80 bizewice?

Mixabin li gelek welatan rêjeya zewaca di temenê zaroktî de her ku diçe zêde dibe. Divê bi taybetî em jin û hemû gelên cîhanê li dijî vê yekê bisekinin û rê nedin ku pirsgirêkên mezin tevî vê zewaca di temene zarokatî de, derkevin holê.

Albuma Nûçeyê