NÛÇE

Zêdetirî 32 leşkerên tirk hatin kuştin

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên artêşa tirk de bênavber didomin. Di çarçoveya şer û pevçûnênan de li gelek deverên bakur û başûrê Kurdistanê gerîlayên PKK’ê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî pêk anîn. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de zêdetirî 32 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya navenda ragihandinê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan di 11'ê hezîranê de li dijî komeke leşkerên ku dixwestin geliyê Xorpinê yê Gevera Colemêrgê kontrol bikin çalakiya sabotajê pêk anîne û ev agahî parve kirin: “Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. Di heman rojê de hêzên me li dijî konvoyeke  wesayîtên zirxî ya li herêma Erziknê ya di navbera Colemêrg û Geverê de çalakî pêk anîn. Di encamê de 2 wesayîtên zirxî bi temamî hatin rûxandin û zêdetirî 10 leşker jî hatin kuştin. Hêzên dagirker termên leşkerên xwe bi wesayîtên zirxî rakirin.”

Gerîlayan çalakiyên sûîqestê pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 12'ê hezîranê de jî li ser girê Bayrak ê li herêma Barzan a başûrê Kurdistanê çalakiya sûîqestê pêk anîne û wiha domand: “Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Di heman rojê de hêzên me li heman cihî li çeperên dijmin xistin û du çeper hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de jî 4 leşker hatin kuştin.”

2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 9’ê hezîranê de li nêzî gundê Manîsor ê Licê ya Amedê li dijî girekî ku ewlekariya 2 qereqolan dikir çalakiyeke berfireh pêk anîne û hûrgiliyên çalakiyê wiha parve kirin: “Hêzên me ji sê baskan ve li çeper, stargeh û leşkerên li ser gir xistin. Di encamê de 8 leşker hatin kuştin û  2 leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 2 hevalên me yên bi canfedane bi ser kozikên dijmin de çûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Yekîneyên veşartî yên dijmin ku piştî çalakiyê dest li herêmê werdan, bûn hedefa hêzên me. Derbên giran li yekîneyên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.” HPG’ê got ku dê têkildarî nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, demên piştre agahiyên berfireh bidin.

Artêşa tirk gelek herêm bombebaran kirin

Di dawiya daxuyaniyê de jî HPG’ê wiha got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me di 12'ê hezîranê de li dijî leşkerên li ser rêya di navbera Şirnex û Cizîrê de kontrola rê dikirin, çalakî pêk anîn. Di encamê de derbên giran li leşkeran hate xistin û leşkerek hate kuştin. Di 12’ê hezîranê de saet di navbera 13:30-16:00’ê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Derarê, Stuna, Bedehê, Koordîne û Şelazê yên herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê