NÛÇE

Zarokan ji dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ beraat kir

Dem : 31 Tîrmeh 2018 Sêşem

Li Peyasa Amedê di 15’ê hezîranê de du zarok bi îdiaya ku ‘dema ku li Lûnaparkê li gondolê siwar bûn, nîşaneya serkeftinê kirine û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kirine’ hatibûn binavçkirin. Lê Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Amedê di danişîna yekemîn a zarokan de her du zarok jî beraat kirin

Di 15’ê hezîrana 2018’an de li navçeya navendî ya Amedê Peyasê, zarokên bi navên A.H. û Î.T. yên 17 salî dema ku li Lûnaparkê li gondolê siwar bûn, nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Li ser vê yekê jî polîsên li parkê peywirdar mudaxaleyî zarokan kir û her du zarok jî binçav kirin. Her du zarok jî piştre derbasî Şaxa Midûriyeta Zarokan a Emniyeta Amedê hatin kirin û îfadeyên wan hatin girtin. Piştî îfadeyê jî zarok hatin berdan.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Tekîn, Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê her du zarokan de bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn da destpêkirin. Di nav 10 rojan de lêpirsîn hat temamkirin û di 26’ê hezîranê de jî îdianame hate amadekirin. Di îdianemeyê de ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê ji zarokan re hat xwestin. Her wiha di îdianameyê de dihat destnîşankirin ku zarokan di îfadeyên xwe de îdiayên der barê wan de red kirine. Di îdianemeyê de hat gotin ku têkildarî zarokan lêkolîn hatine kirin lê rastî hesabên wan ên tora civakî nehatine, qeydên girtinê bidestnexistine,  tu şahidan îfade nedane û zanyarên sicîlî jî nehatine bidestxistin.

Delîl tunene lê ‘sûc tesbît kirine’

Di îdianemeya bê delîl de hat îdiakirin ku zarokan li lûnaparkê li cihekê berbiçav nîşaneya serkeftinê kirine û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kirine.  Îdianame bi van gotinên sosret dom dike: “Dema ku dirûşm tevî nîşaneya serkeftinê tê kirin, bandorê li ser derdorê dike. Bi vê yekê re jî zarokan rêbazên PKK û KCK’ê yên ku ‘tundî û gefê’ rewa dikin, parastine.  Ev çalakiya ku van zarokan kiriye, nakeve ber mafê azadiya raman û belavkirina wê û azadiya civîn û çalakiyan ên di bin parastina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Makeqanûnê de. Zarokan piştgiriya xwe ya bi PKK û KCK’ê re diyar kiriye û ji bo piştevaniya manewî, propagandaya rêxistinê kiriye. Bi vê re jî sûcê ku ji wan re tê destnîşankirin, pêk anîne.”

‘Hêmanên yasayî pêk nehatine’

Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Amedê ku îdianame qebûl kir, di danişîna yekemîn a di 26’ê hezîranê de bi sedema ku ‘hêmanên yasayî yên ku sûcê ku zarok pê tên tewanbarkirin pêk nehatine’, biryara beraatê da. Mehkemeyê di biryara pêwîstekî de jî balkişand ser gotinên Daîreya 16’emîn a Dadgeha Bilind a di sala 2015’an de. Di biryara dadgeha bilind de wiha tê gotin: “Azadiya raman tenê ji bo kesên ku ramanên wan bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin, nîn e. Weke ku pêwîstiyeke di bingeha piranîparêzî, xweşbinî û tehemûlkirina fikrên cuda ku civakên demokratîk vediguherîne, divê ji bo fikrên êrîşkar, yên ku şok dikin û nerehetiyê didin jî bê bikaranîn.”

Dadgehê pêşî li skandalê girt

Di biryara pêwîstekî de mehkemeyê qebûl kir ku zarokan dirûşm berz kirine û îşareta serkeftinê kirine. Lê di biryara pêwîstekî ya mehkemeyê de ev tişt hatin gotin: “Zarok dema ku li lûnaparkê li amûra ‘gondol’ ê siwar bûn, nîşaneya serkeftinê kirine û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kirine. Ji ber vê jî der barê wan de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’  doz hatiye vekirin. Lê di encama lêkolînê de xuya bû ku dirûşmên ku zarok pê tên tewanbarkirin, ne ji bo teşwîqkirin, rewakirin û parastina rêbazên tundî û gefan ên rêxistinê hatine kirin. Bi vê boneyê jî hêmayên ku li ser zarokan tên kirin, nabin sedema sûc. Di vê çarçoveyê de jî xisûsên ku Dadgeha Bilind parvekirin esas hatiye girtin û mehkemeya me gihîştiye wê encamê ku zarokan sûcê ‘propagandaya rêxistinê’ nekiriye. Bi vê boneyê jî biryara beraata wan hatiye dayîn.” AMED

Albuma Nûçeyê