ÇAND Û HUNER

Yunus Dişkaya ji helbestên Fêrîkê Ûsiv albumek çêkir

Dem : 18 Pûşper 2018 Duşem

Akademîsyenê berê û muzîkjenê kurd Yunus Dişkaya ji helbêstên helbestkarê kurd ê Soveytê Fêrîkê Ûsiv bi navê ‘Hesretdefter’ albumek çêkir. Dişkaya wekî albumên xwe yên berê tevahiya albuma xwe li ser înternetê belav kir.

Dişkaya heta niha ligel çend albumên tirkî ji helbestên helbestkarên kurd Arjen Arî, Cegerxwîn, Kamiran Bedirxan jî album çêkirine.

Stranên di vê albumê de

Di albuma Hesretdefterê de 15 stran hene; Bo Bîranîna Etemê Rehmetî, Lawikê Min Çû, Ji Kurê Min Re, Gozel, Gulîzera Min, Berf, Wey Gidî Çiyano, Adar Got, Xwezî Dîsa, Du Heval In, Gundê Min, Gulnaz Wekî, Ez Ji Te Hez Dikim û Fortek.

Muzîkjen Dişkaya bi eslê xwe ji Kolika Semsûrê ye. Demekê li Zanîngeha Stenbolê weke dersdar xebitiye û paşê dest ji kar berdaye. Dişkayayê ku xwe wekî ‘hunermendê navmalê’ bi nav dike û albumên xwe li ser  înternetê belav dike. AMED

Albuma Nûçeyê