NÛÇE

YPG: 6 leşkerên tirk û çete li Efrînê hatin kuştin

Dem : 10 Tebax 2018 În

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barê çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de hêzên wan çalakiyên xwe yên li dijî artêşa tirk û çeteyên wê yên di hundirê Efrînê didomînin û got ku hêzên wan di 6’ê tebaxê de sê çalakiyên bi bandor pêk anîne ev agahiyan parve kir: “Hêzên me li herêma di navbera gundên Kebaşîn û Birc Heyder de seyareyeke leşkerî ya koma çete ya Feylaq Şam hedef girtin. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin. Dîsa yekîneyên me di navbera navenda Efrîn û Cindirêsê de seyareyeke zirxî ya artêşa tirk a dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha yekîneyên me hêzên polîs ên artêşa tirk a dagirker di navenda Efrînê de hedef girtin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.” EFRÎN

Albuma Nûçeyê