NÛÇE

YJA Starê li Mêrdînê lê da: 4 leşkerên tirk hatin kuştin

Dem : 02 Sermawez 2018 În

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê çalakiyên gerîlayan de agahî da.

HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk roja 24’ê cotemehê li derdora gundê Bekan ê navçeya Kerbaoranê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye û ev agahiyan parve kir: “Hêzên me yên YJA Starê wextekê yekîneyên dijmin ên ku derketin operasyonê şopandin û di heman rojê de çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker, 30’yê cotmehê saet di navbera 17:00-18:00 û 21:00-21:30’î de bombe li gundên Bêbadê û Kanî Masî yên bajarokê Çemankê yê Duhokê barandin. Mizgeftek û gelek xanî ji ber bombardûmanê xera bûn û xisar gihîşt dehl û rezên gundiyan. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê