CÎHAN

Yemen xwe ji bo şer amade dike

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Hêzên Yemenê yên ku alîkariya xwe ji Koalsiyona Erebî bi sêrkêşiya Erebistana Siûdî digrin alîkariyên leşkerî ber bi bajarê El Hedîda yê di bin serweriya gurûpa Ensar Ellah El Hûsî de ye şandin.

Roja înê û şemiyê li derdora bajarê El Hedîda yê Yemenê di navbera Hêzên Yemenê yên ku destkedayîna xwe ji Koalisyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî digrin û grûpa Ensar Ellah El Hûsî piştî şerê giran derket. Li gorî ku çavkaniyên leşkerî (E. F. B) diyar kirin ku piştî şer û pevçûn roja duşemê sekinî Hêzên Yemenê alîkariyên leşkerî ber bi xeta sereke ya şer ve ya ku dikeve başûrê bajarê El Hedîda de birin.

Her wiha li gorî rojnameyên Îmaratî (The National) got ku ev demjimêr destpê kir da ku êrîşê li ser El Hedîda pêk werin. Her wiha gotin ku êrîş nêz bûye.

Hêzên ku tev li êrîşên li ser El Hedîda dibin sê hêzên ku Îmarat ew kom kirine û ji Togayên El Emalîqa yên ku bi hezaran şervanên ji başûr di nav de hene, El Muqawema El Tûhamiyê ya ku ji leşkerên ku ji şêniyên El Hedîda ne û alîgirê Serokê Ebid Rebe Mensûr El Hadî ne, pêk tê.Hêza sêyemîn “El Mûqawema El Weteniya” bi serêkêşiya Mihemed Abdullah Salih kurê Serokê Berê Elî Abdullah Salih ê ku li ser destê hûsiyan hate kuştin e. Tariq Salih tu girîngiyê nade serokatiya El Hadî. YEMEN

Albuma Nûçeyê