CÎHAN

Yekitiya Ewropa bi koçberan mezin dibe

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Ji ber polîtîkayên dewletan ên şer gel her roj koçber dibin, di behran de dimirin û winda dibin. Saziya îstatîstîkê ya Yekitiya Ewropayê (Eurostat) der barê koçberan de encamên lêkolînekê parve kirin. Li gorî encaman, ne ji penaberan be dê nifûsa Yekitiya Ewropayê kêm bibe

Welatên Yekitiya Ewropayê li pey wê yekê ne ku pêşî li hatina koçberan bigirin. Lê belê li gorî daneyên ku hatin weşandin, eger ne ji koça ji derve be wê nifûsa yekitiyê kêm bibe.

Li gorî daneyên saziya îstatîstîkê ya Yekitiya Ewropayê (Eurostat), nifûsa welatên Yekitiya Ewropayê 1’ê çileya 2019’an 512 milyon û 600 hezar bû. Li gorî destpêka sala 2017’an bi 1,1 milyonî nifûsa Yekitiya Ewropayê zêde bû. Ev yek jî bi saya koçberan bû.

Li gorî Eurostatê, par li welatên Yekitiya Ewropayê 5,1 zarok ji dayik bûn. Hejmara kesên ku par mirin, ji yên ji dayik bûn zêdetir bû. Li welatên Yekitiya Ewropayê par 5,3 milyon mirov mirin. Nifûsa yekitiyê bi qasî 200 hezar kesî kêm bû. Lê belê bi saya mirovên ku ji derve hatine, nifûsa yekitiyê 1,1 milyonî zêde bû.

Koçber nebin NY wê nebe

Li gorî daneyên Eurostatê, li nav yekitiyê nifûsa 19 welatan zêde bû, ya 9 welatan jî kêm bû. Welatê sereke ku nifûsa wê bi awyekî xwezayî zêde bûye, Îrlanda ye. Li Îrlandayê hejmara zarokên ku ji dayik bûn li gorî hejmara mirovên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêjeya ji hezarî 6,6 zêde bû. Bi saya vê yekê nifûsa giştî jî bi rêjeya ji hezarî 11,2 zêde bû.Welatê ku nifûsa wê gelekî kêm bû, Bûlgarîstan e. Nifûsa Bûlgarîstanê bi rêjeya ji hezarî 7,3 kêm bû. Piştî Bûlgarîstanê nifûsa welatên ku herî zêde kêm bû; Romanya, Lîtvanya û Hirvatîstan e.

Almanya bi saya koçberan zêde bû

Welatekî din ku bi saya koçberan nifûsa wê zêde bû, Almanya ye ku li nav YE’yê welatê herî qelebalix e. Li Almanyayê ji ber ku rêjeya jidayikbûnê li gorî ya mirina mirovan kêm e, nifûsa xwezayî bi rêjeya ji hezarî 1,8 kêm bû. Lê belê bi saya koçberên ku hatin Almanyayê nifûs bi rêjeya ji hezarî 4 zêde bû.

Duyemîn welatê herî mezin ê yekitiyê Fransa ye. Li Fransayê ji ber ku rêjeya jidayikbûnê li gorî ya mirina mirovan zêde ye, nifûs jî bi rêjeya ji hezarî 3,5 zêde bû. Dema ku koçberên sala 2017’an hatin Fransayê li vê neyê zêdekirin, ev rêje dadikeve ji hezarî 2,5 .

Li gorî daneyên dawî, nifûsa Yekitiya Ewropayê bi saya koçber û penaberên ji derveyî yekitiyê hatine zêde bûye. LUKSEMBÛRG

Albuma Nûçeyê