NÛÇE

Yek beraet, 2 ceza, razana zêde û berdan

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Rohat ARARAT/AMED

Nivîskar Mursel Yildiz ê ku pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehê re şandibû ku doz lê hatibû vekirin carekê beraet kiriye, 2 caran dosya wî xira bûye herî dawî rastî cezayekî ji a razana xwe kêmtir hat

Di îlona 2012’an de nivîskar Mursel Yildiz pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan a cilda 5’emîn a bi navê, “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” ji bo hevalekî xwe yê di Girtîgeha Sîlîfke ya Mêrsînê de ye dişîne. Dozgerê girtîgehê jî ji ber pirtûka Ocalan e bi hinceta “Materyala rêxistinê şandiye girtîgehê” dozê vedike. Yildiz piştî ku doz lê tê vekirin û piştî danişîna 2’yemîn beraet dike. Lê belê li ser îtiraza dozgeriyê careke din tê gitin û rastî cezayê tê. Yildiz ku nêzî 2 salan girtî dimîne vê carê jî rastî cezayekî ku ji razana xwe kêmtir tê.

Dadgeh pirtî qedexe nedît

Yildiz li ser dozê û bêhiqûqiya ku bi ser wê ve hatiye ev tişt anî ziman: “Di gulana 2013’an de doz li min vebû û li Dadgeha Peywira Taybet a Edeneyê dema derketim dadgehê jî min got ev pirtûk ne qedexe ye û li ser vê yekê min di danişana 2’yemîn de beraet kir.

Lê belê dozgeriya Silîfkeyê îtiraza beraetê dike û berata Yildiz ji aliyê Dadgeha Darazê ya Bilind ve tê xirakirin û careke din doz vedibe. Vê carê jî li Dadgeha Herêmî ya Silîfkeyê darizandin dest pê dike û dadgehê jî di 1’ê îlona 2016’an “Bi zanebûn û xwesteka xwe alîkarî daye rêxistinê” 7 sal û 10 meh ceza lê dibire û tê girtin.

7 meh zêde razaye

Yildiz li ser girtina xwe ya cara duyemîn jî ev tişt anî ziman: “Serê vê biryarê parêzerê min careke din îtiraza cezayê ku li min hat birîn kir. Dosya min piştî 10 mehan ji aliyê Dadgeha Darazê ya Bilind ve bi hinceta “Îfadeya wî nehatiye girtin, parastina wî û parêzer tune ye ceza zêde ye” hat xirakirin. Di 1’ê hezîrana 2017’an de ez derketim Dadgeha Herêmî ya Silîfkeyê û dadgehê 5 sal û 2 meh ceza li min birî.”

Careke din parêzer, îtirazê vê biryar û cezayî dike. Li ser îtiraza parêzer dosya careke din vedibe û di 19’ê hezîrana 2018’an careke din Yildiz derdikeve pêşberî dadger. Vê carê heyeta dadgehê jî guherî ye. Yildiz wiha dibêje: “Heyeta dadgehê piştî ku li dosyayê nihêrîn, îfadeya min jî negirtin, bi hinceta propagandayê 20 meh ceza li min birî û min berdan. Lê belê ez jî 22 meh razabûm û razana ku cezayê 20 mehên li min birî ne jî 15 meh in. Yanî 7 meh zêde razame.”

Albuma Nûçeyê