JIN

Xwezayê jî para xwe ji ‘serdema nû’ girt

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Feraseta zîhniyeta serdest a mêr ku jin, xweza, zarok û her kesên ku ji xwe cuda dibîne, li hemû cîhanê rê li ber hilweşînên mezin vedike. Tirkiyeya ku rêveberiya ‘yekzilamî’ hat avakirin dê hilweşînên mezin bi xwe re bîne.

Parêzvana xweza û bajar, xwendekara Endezyariya Hawirdorê Sezen Ozkan diyar kir ku polîtîkayên texrîbatên li ser ekolojiyê tên meşandin, li ser jin, civak û jiyana civakî jî tên meşandin. Ozkan da zanîn ku bi pergala serokatiyê re dê hilweşînek mezin destpê bike û destnîşan kir ku yek ji sedema herî mezin a texrîbatê jî îslama siyasî ye û wiha got: “Baxçeyê Botanîk a Alfred Heîlbronn dewrê miftîtiya Stenbolê hat kirin. Nebatên li baxçe dê bên tehliyekirin. Ev pêngava ewil a li hemberî ekolojiyê ye.”

Ozkan anî ziman ku li baxçeyê botanîk ji 5 hezarî zêdetir cureyê nebatan hene û rakirina daran jî ne pêkan e û got ku li dijî texrîbata ekolojiyê divê têkokoşîn pêk were û alternatîf bên afirandin. STENBOL

Albuma Nûçeyê