EKOLOJÎ

Xwezaya Kurdistanê tê talan û wêrankirin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Dewleta tirk a faşîst bi rêya taşeronên xwe yên herêmî deşt û çiyayên Kurdistanê talan û wêran dike. Di vê çarçoveyê de li Silopiyayê hikûmeta AKP’ê bi destê Kom Cîner çiyayê Cûdî talan dike û xwezaya wê tune dike. Koma ku di bin navê ‘lêgerîna maden’ê de xwezayê tune dike, bi hezaran dar birîn û li ser jiyana gel jî gefeke mezin e

Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ya dewleta tirk a mêtinger, di çarçoveya şerê tunekirinê yê li dijî gelê kurd de, tevî girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştina gel, li hêla din jî xwezaya Kurdistanê hedef digire û hewl dide ku jîngehan ji holê rake. Hikûmeta faşîst niha jî bi alîkariya taşaronên herêmî, deşt û çiyayên bakurê Kurdistanê bi hinceta çavkaniyên sererd û binerdê talan û wêran dike.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî Koma Cîner ku nêzî hikûmetê tê zanîn û karîgeriya santrala termîkê dike, di bin navê ‘faliyetên madenvaniyê’ de li herêma Çiyayê Cûdî dibe sedama rûxandina xwezayê. Ji bo qada madenê ya santrala termîkê ya di navbera bajarokên Bêspîn û Gîte yên navçeyê de, her sal di encama operasyonên leşkerî de, şewatên mezin rû didin û du girên herî mezin ên Çiyayê Cûdî bi tunebûnê re rû bi rû ne.

Bi hezaran dar hatin birîn

Li ser her du girên Çiyayê Cûdî, di dawiya sala 2008’an de faliyetên madenvaniyê hatin mezin kirin û heya roja îro bi hezaran dar hatin birîn û qadên jiyana zindiyan hatin tunekirin. Ji madenê asfaltîtîna ku  ji petrolê çêdibe û dişibe komirê tê derxistin. Taşeronên herêmî û rayedarên AKP’ê bi hevre vî karî dikin.

Gel ji teqînan bibandor dibe

Di karê madenê de bi sedan kamyon û kepçeyan didin xebitandin û her roj qada madenê berfirehtir dikin. Li qada madenê tim dînamîtan diteqînin, hemû toz û dûmana teqînê bandorê li ser welatiyên gundên derdorê dike. ŞIRNEX - MA

Albuma Nûçeyê