CÎHAN

Xwepêşandanên Urdunê gur dibin

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Çalakiyên welatiyên Urdunê yên li hemberî nelirêtî û qanûna bacê ya hikûmetê berdewam in. Bi sedan welatiyên Urdunê di roja 4’an a çalakiyên di çarçoveya dijberiya qanûna zêdekirina bacê de ku têne lidarxistin, daketin kolanên paytext Ammanê. Şahidan li ser mijarê ji Rutersê re gotin ku welatî li nêzî navenda meclisa wezîran kom bûne û bi dûrişmên xwe daxwaza îstîfaya serokwezîrê Urdunê Hanî El Mulqî kiriye. Çalakvanan diyar kir ku heta daxwaza wan neyê cih dê ji kolanan venekişin.

Li aliyê din jî çavkaniyên siyasî destnîşan kirin ku tê payîn Qralê Urdunê Ebdullahê duyemîn ji Serokwezîr Hacî El Mulqî bixwaze istîfa bike da ku aciziya gel kêm bibe. Hat hînbûn ku qral Ebdullah bang li serokwezîr kiriye. piştî hevdîtina qral û serokwezîr hat hînbûn ku El Mulqî îstifa kiriye.

El Mulqî di gulana 2016’an de hat ser kar û ji wî hate xwestin ku aloziya aborî ya herêmê çareser bike lê El Mulqî qanûna zêdekirina bacê paş ve nedikişand. AMMAN

Albuma Nûçeyê