CÎHAN

Xwepêşandanên ji bo rewşa aborî

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Bi sedan welatiyên Arjantînê xwepêşandan li dar xistin û banga sererastkirina rewşa civakî û pêşîgirtina bêkariyê kirin.

Bi sedan welatiyên Arjantînê duh li qada Pilaz De a peytext Buenos Aires xwepêşandek li dar xistin û tê de banga sererastkirina rewşa civakî û peydakirina kar ji ciwanan re kirin.

Di van demên dawî de li gelek bajarê Arjantînê xwepêşandanên li dijî siyasetên qeyranê tê kirin tên lidarxistin ku di encamê de tevgera bazirganiyê gelekî lawaz bûye. Her wiha demsala xwendinê jî ji ber boykotkirina mamosteyan dereng maye.

Arjantîn ji destpêka sala 2014’an ve aloziyeke aborî dijî û niha yek ji aloziyên mezin ew e ku qulûbên fotbolê nikarin mûçeyên lîstikvanan bidin.

Hikûmeta Arjantînê nikare ji deynên xwe xilas bibe û dewlet bi desteyên xwe yên aborî re hewl dide ku naloziyê çareser bike û di vê çarçoveyê de siyaseta qeyranê dimeşîne. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê