POLÎTÎKA

‘Xwedê hez bike Înşela em ê qezenc bikin’

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Zeynel BÛLÛT / ERZIROM

Li navçe û gundên Erziromê namzedên HDP’ê bi coşeke mezin dihatin pêşwazîkirin. Ji aliyê din ve her welatiyên ku em bi wan re diaxivîn bi gotina ‘Xwedê hez bike, înşela em ê qezenc bikin. Bes Erdogan dengê me nedize.’ hestên xwe dianîn ziman

Bajarê Erziromê li ser erdnîgariyeke berfireya belav bûye. 2 jê navend bi giştî 20 navçeyên vî bajarî heye. 762 hezra gelheya vî bajarî heye û 483 hezar jî hilbijêr deng bi kar tînin. Erzirom 6 namzedan dişîne mecliSê. Namzedên HDP’ê yên vî bajarî; Mehmet Kasim Firat, Zelîha Dundar, Cemal Kara, Safet Polat, Cuneyt Laloglu û Bariş Kemaloglu ye. HDP’ê li Erziromê di 7’ê hezîranê de nêzî 72 hezarî deng bi dest xistibû.

Di çarçoveya şopandina xebatên hilbijartinê de em li bajarê Erziromê ne. Ev bajar jî xwedî dîrokeke girîng û xwezayeke dewlemend e. Bi taybetî çiya û zozanên wê heybet mirov lê dikeve. Xwezaya wê mirov dikişîne nav dilê xwe. Bajarekî kurdên wê her tim xwe parastiye, çand û kenvneşopiya xwe berdewam dike, ye. Dema Erzirom tê gotin serhildana Şêx Seîdê Kal û wekî naved lê pêşketibû tê hişê mirov. Bi taybetî jî ew navçeyên navdar ên wekî Xinis, Qereyazî, Qereçoban û Tekmanê ku di kurdewariyê de temsîliyeteke xwe heye. Ev naçeyên navborî di warê serhildanên bi salan heta berxwedanên îro her li ser pêyan bûn e. Her wiha dema Erzirom tê gotin Qereyazî û dengbêjiya Şakiro tê hişê mirov. Her çiqas Şakiro ji Agiriyê be jî li Qereyaziyê mezin dibe û bingeha navdêriya wî yê dengbêjiyê ji vê navçeyê belav dibe.

Gel bi doza xwe ve girêdayî ye

Erzirom bajarekî muhafazakar e. Bi taybetî jî eleqeyek mezin nîşanî malbata Şêx Seîdê Kal didin. Ji xwe namzedê HDP’ê yê di rêza yekemîn de jî neviyê Şêx Seîd, Mehmet Kasim Firat e. Hem serhildana Şêx Seîd û hem jî serhildan û têkoşîna hemdem a tevgera azadiya kurd hiştiye ku kurdên vê herêmê ji kurdewariya xwe dûr nekeve û her tim hişyar tev bigerin. Siyaseta kurd a li vî bajarî hinekî bingeha xwe digihîne ev her du têkoşînên dîrokî. Gelê herêmê bi her awayî bi doza xwe ve girêdayî ye.

Gel namzetan bi coş pêşwazî dike

Di gera xwe ya li gund û navçeyên Erziromê de me şahidî ji rêxistinî û xwedîderketina li siyaseta kurd kir. Bi awayekî xwezayî welatî tevî wesayîtên xwe tevli konvoya namzedên HDP’ê dibûn û gund bi gund digeriyan. Ji navendê tenê bi qasî 10 wesayîtan rê ket lê di rê de her ku çû ev hejmar zêde bû bi taybetî jî dema em gihîştin gundên Qereyaziyê ev hejmar sê qat bû. Ne wekî xebatên hilbijartinê wekî ku diçin cengekê xwe tevli konvoya hilbijartinê ya namzedan dikirin û bi coşeke mezin di her gundên ku diçûnê û têde derbas dibû dihatin pêşwazîkirin.

Eleqeyeke mezin heye

A rast hemû herêma Serhedê ku me lê xebat meşand û çavdêriyên xwe bi we xwînerên hêja re parve kir a herî bala me kişand û hestên germ bi me da avakirin ev gera me ya Erziromê bû. Bi taybetî gundên ku em çûn welatî ji malên xwe derdiketin û ber bi wesayîtên konvoya HDP’ê ve baz didin. Her kesê ku çav namzedên HDP’ê diketin wan hembêz dikirin û wekî dixwestin wan têxin nava dilê xwe. Lê eleqeyeke bi taybet ji bo namzed Mehmet Kasim Firat ku yek ji neviyên Şêx Seîdê Kal hebû.

Em ê vê zilmê tu caran qebûl nekin

Her welatiyên ku em bi wan re axivîn bi gotina “înşele em ê qezenc bikin” dest bi axaftina xwe dikirin û bi taybetî dayikan nifir li Erdogan dikirin û komkujiyên ku li ser kurdan kiriye bi bîr dixistin. Belê gelekî şiyar bûn, ji her qewimînên li ser kurdan agahdar û yek bi yek dianîn ziman. Digotin “Em ê vê zilmê ji bîr nekin û tu carî jî qebûl nekin”

Em dixwazin serokê me bê berdan

Yek ji dayika Huznîcemal Durmaz ku bi laçika spî ya li serê wê wekî wateyan navê xwe bû. Dayika şêrîn ku mirov ji germahî û rûyê wê yê bi ken têr nabe hêviya xwe ya serkeftinê û daxwaza xwe bi vê hevokan anî ziman: “Xwedê û pêxember hez bike em ê kurmanc biserkevin û em dixwazin Serokê me bê berdan û di nav me de be. Wele bi şev û roj dua dikim.” Dayika Dîdare Guksu jî bi kurd û kurmancî got “Înşele kurmanc qezenc bikin. Bila tenê Erdogan rayên me nedize bes e.”Belê gotinên herî bi wate, kurd û kurmancî dayik dibêjin. Lê hêrsa di dilê wan de mezin e. Ji nifir, daxwaz û hêviyên wan ev diyar dibe. Dibe ku dayikek zimanê wê yê polîtîk û siyasî ne pir pêşketîbe lê hest û dilê dayikekê bi qasî yê civakekê mezin û pêşketiye. Dayika bi navê Sanye jî ji HDP’ê û Demîrtaş re serkeftinê dixwaze û dixweza kurd hemû bibin yek.

Belê li Erziromê jî me eleqeyek zêde ji bo HDP’ê û bi taybetî ji bo namzed Mehmet Kasim Firat re dît. Welatiyên Erziromê dibêjin herî kêm armanca wan derxistina 3 namzedan e.

Albuma Nûçeyê