JIN

‘Xwe nekujin, ji bo mafê xwe têbikoşin’

Dem : 19 Pûşper 2018 Sêşem

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Dîlan Cûdî qeyrana civakî û pirsgirêkên ku jin li rojhilatê Kurdistan û Îranê re rû bi rû dimînin û rêyên wê yên çareseriyê nirxand. Cûdî diyar kir ku ger guhertinek li Îranê gengaz be ew jî ancax dikare civaka Îranê û jin çêbikin û wiha got: “Dewleta Îranê ji guhertinê gelek ditirse. Lê civaka Îranê û jin daxwaza guhertinê dikin û ji bo vê jî di nav lêgerînê de ne.”

Cûdî anî ziman ku dewleta Îranê rûyê jinan dide mirinê û wiha domand: “Sedema sereke ya kuştin û xwekuştina jinan siyaseta cinsiyetperest a dewletê ye. Her wiha zewaca di temenê biçûk de jî yek ji sedemeke sereke ya xwekuştinê ye. Dewlet berê jinan dide mirinê. Divê jin xwe ne daliqînin û ne şewitînin. Pêwîste jinên Rojhilat û Îranê dest bidin hev û ji bo mafê xwe têbikoşin.”

Cûdî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan û wiha pêde çû: “Têkoşîna Zeyneb Celaliyan berxwedaneke bi rûmet e. Ev girtiyên siyasî ji mafên wan yên herî xwezayî bêpar tên hiştin. Zeyneb Celaliyan ji bo jinan xeteke ku divê jin ji xwe re weke nimûne bibînin.”

Cûdî herî dawî bang li jinên kurd û îranî kir ku têkoşîna xwe bilind bikin û yekitiya xwe ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em encax dikarin bi hêza xwe û ya gelê xwe bigihêjin azadiyê.” ROJNEWS

Albuma Nûçeyê