NÛÇE

Xizmeta AKP’ê ya ji bo Bakur: Avakirina girtîgehan

Dem : 14 Îlon 2018 În

Pêkanînên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê yên li bakurê Kurdistanê, hewldanên wan ên pêşerojê jî radixin berçavan. Hikûmeta AKP-MHP’ê li navçeya Erdîşê xwedî nifûseke 200 hezarî ye, girtîgeha 3’yemîn çê dike. Bi vê yekê re jî hejmara girtîgehên li Wanê gihaşt 8’an. Welatiyên wanî jî bertek nîşan dan û gotin ku ew ne girtîgehan, kargehan dixwazin

Hikûmeta AKP’ê ya ku bi îdiayên ‘rakirina rewşa awarte û aştiyê’ bû desthilatdar, di nava 17 salên dethilatdariya xwe de roj bi roj şer kûrkir û zexta li ser gel zêde kir. Tenê di nava 2 salên dawî de zêdetirî 100 hezar kes hatin girtin û sedhezaran jî hatin binçavkirin û îşkencekirin. Hikûmeta AKP’ê ku bi tifaqa partiya faşîst a MHP’ê welat veguherandiye girtîgehê, li navçeya Erdîş a Wanê girtîgeha sêyemîn ava dike. Bi vê yekê re jî hejmara girtîgehên li Erdîşê gihaşt 3’yan.

Li navenda Wanê jî girtîgehên tîpa F, tîpa T, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Taybet û Tîpa M hene. Li Erdîşê 2, li Westanê 1 û bi giştî jî 7 girtîgeh li Wanê hatine avakirin. Bi girtîgeha dawî ya ku li Erdîşê tê avakirin re hejmara girtîgehan bû 8. Nifûsa Erdîşê 200 hezar e. Ji destpêka komara tirk heta niha gelê Erdîşê gelek caran rastî komkujiyan hat û tenê di Komkujiya Zîlanê ya di sala 1930'an de 45 hezar kes hatin kuştin. Piştî komkujiyê jî gelek kes hatin bidarvekirin, bi hezaran kes hatin girtin û bi dehhezaran mirov jî hatin sirgûnkirin.

Sewalkariya li navçeyê hat qedandin

Di salên 1945, 1976 û 2011'an de jî rastî erdhejên mezin hat û di encama van erdhejan de bi dehhezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha gelê Erdîşê rastî êrîş û zilmeeke mezin a dewleta tirk hat. Erdîş ku navenda karên çandinî û sewalkariyê bû, bi desthilatdariya AKP'ê re ev taybetmendiya xwe winda kir. Desthilatdariya AKP'ê çandinî, sewalkarî û hilberîn li Erdîşê qedand. Di sala 2016'an de jî Şaredariya Erdîşê ya DBP'î xesp kir û qeyûm tayînî wê kir.

Di serî de hevşaredarên Erdîşê yên DBP'î û encûmenên şaredariyê, bi sedan kes hatin girtin. Li Erdîşa ku nifûsa wê 200 hezar e, ji sedê 80 şêniyên navçeyê bêkar in. Şêniyên navçeyê ji ber bêkariyê neçar dimînin ku koçberî metropolên Tirkiyeyê bibin. Ji ber ku xizmetên tenduristiyê bi têrkerî nîne, gelê navçeyê diçe navenda Wanê û bajarên din.

Nexweşxane bûye qada rantê

Nexweşxaneya Nû ya Dewletê Erdîşê ku di sala 2008'an de hîmên wê hatin danîn û ev 10 sal in naqede, ji aliyê AKP'ê ve 14 caran hate vekirin. Nexweşxaneya ku dike nake naqede, ji bo AKP’iyan bûye cihê rantê. Hikûmeta AKP'ê ku 10 sal in nexweşxaneyekê çênake, di nava salekê de avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê çêkir. AKP niha jî girtîgeheke nû çêdike.

Gel ji çêkirina girtîgehê aciz e

Girtîgeha ku beriya niha bi demeke kin hîmên wê hatin danîn, li ber qedandinê ye. AKP'ê beriya niha li qada Şaristaniya Ûrartû ku di asta yekemîn de cihê sîtê ye, avahiyên TOKÎ çêkiribû. Niha jî li heman herêmê girtîgehê çêdike. Li Erdîşê 2 girtîgeh hene, lewma çêkirina girtîgeheke din rê li ber nerazîbûna gelê Erdîşê vekir.

‘Em ne girtîgehan kargehan dixwazin’

Welatiyekî ji Wanê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe aşkera bike, berteka xwe wiha tîne ziman: “AKP û dewleta tirk tenê zilmê li herêmê dikin. Ya mirovan dikujin, ya digirin, ya jî sirgûn dikin. Bi salan e herêma me talan kirin. Ger bi rastî jî xwedî edalet bûna, dê li şûna girtîgehê li vê derê nexweşxane û kargeh çêbikira. Em maf û azadiyê dixwazin lê ew girtîgehên nû çêdikin. Em girtîgehan naxwazin, em azadiyê dixwazin.” WAN - ANF

Albuma Nûçeyê