POLÎTÎKA

‘Xizaniya rasteqîn hîn girantir e’

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li ser hejmara enflasyonê ku ji sedî 15.39 e û di asta herî bilind a 15 salên dawî de ye, der barê asta xizaniyê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen diyar kir hejmarên fermî yên TUÎK’ê û enflasyona rasteqîn ji hev gelekî cuda ne û wiha got: “Karkerên ku bi mûçeyên kêmtirîn dixebitin, kedkar û kar, ango em hemû di nav hejmara enflasyonê ya fermî ya TUÎK’ê de cih nagirin. Lewma xizaniya me ji ya hejmarên fermî gelekî girantir e.” Gezen da xuyakirin ku kedkarên cemaweriyê ji asta xizaniyê dadikevin asta birçîbûnê. Her wiha di civînê de ji bo çareseriyê jî îşaret bi têkoşîneke hevpar hat kirin. ENQERE

Albuma Nûçeyê