ÇAND Û HUNER

Xebîneta Aşûrbanîpal

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Ji serdemên kevnar, hîna ji wan deman ku kaxet jî nebû, hin mirovan bi girîngiya belgekirinê dizanî. Bi qasî em dizanin Melikê Împaratoriya Asûriyan Aşûrpanîpal bi beriya bêhtirî 2 hezar 500 salan yek ji van mirov bûye. Em îro baş dizanin ku wî belgexaneyeke (yan jî bi renegekî ji rengan lewhexaneyek yan jî pirtûkxaneyek) mezin amade kiribû, ji bo ku ilm, dîrok, wêje û pesnê xwe tê de berhev bike.

Ji vê belgexaneya mezin a hingê îro yek ji koleksiyonên herî mezin li paytexta Ingilistanê Londonê ye û ne li welatê xwe Mûsil û hawîrdora wê. Ev belgexane bi sernivîsa “Yekemîn pirtûkxaneya ku tê de hemû zanîn hatin berhev kirin” li British Museumê tê pêşandan. LONDON

Albuma Nûçeyê