POLÎTÎKA

Xebatên hilbijartinê bê navber didomin

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Her ku hilbijartina 24’ê hezîranê nêz dibe, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê jî bi lez dibin. Yek ji van bajarên ku xebatên hilbijartinê bê navber didomin Aydin e û nêzî 800 hezar hilbijêrên wê hene. Di hilbijartina 2015’an de HDP ji sedî 8,4 deng girt. Der barê hilbijartinê de hilbijêrên HDP’î anîn ziman ku di hilbijartina zordest a 24’ê hezîranê de herî kêm ew ê parlementerekî ji Aydinê bişînin meclisê û destnîşan kirin ku ew ê li dijî hîle û xurdeyan xwedî li sindoqan derkevin.

HDP hewl dide li Mûşê jî ji 4’an 4 parlementeran bişîne meclisê. Namzetên ku bê navber dixebitin gotin ku ew dixwazin enqaza 16 salan ji holê rakin

Her wiha di çarçoveya xebatan de li Şirnex û Edeneyê buroyên hilbijartinê bi coşeke mezin hatin vekirin û li Antalya û Hatayê jî namzetên HDP’ê çûn serdana bazirganan. AYDIN

Albuma Nûçeyê