CÎHAN

Xebatên dîtina stêrka 9’emîn tên kirin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Hate ragihandin ku gerstêreke biçûk a ku sala 2015’an hate kifşkirin, ji bo tespîtkirina gerstêrka 9. a li nav Pergala Rojê, qonaxeke girîng e. Sala 2015’an gerstêrekek biçûk hatibû dîtin, ku tê texmînkirin, ev gerstêrk heta ku carekê li dora Rojê digere 40 hezar sal derbas dibin.

Lê belê ji bo tespîtkirina hemû taybetmendiyên vê gerstêrkê, divê fetla wê ya hêdî were şopandin. Li gorî daxuyaniya Mînor Planet Center a ser bi Yekitiya Astronomî ya Navneteweyî (IAÛ), hebûna gerstêrka biçûk a bi navê ‘2015 TG387’ bi rengekî fermî hate pejirandin. Ev gerstêrka biçûk bi 300 kîlometreçargoşeyî mezin e û ji mesafeya navbera cîhanê û rojê bi 80 qatî ji cîhanê dûrtir e. Ji ber mezinahiya rêgeha gerstêrka 2015 TG387, dûrketina wê ya ji cîhanê carna bi 2300 qatî zêdetir dibe. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê